Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya 2022-08-28 15:10:23   COLEMÊRG - Polîsan duh bi şev, gule berdan drona ku li ser serê Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê digeriya. Hat zanîn ku polîsan nekarîne dronê bêxin.    Duh saet di 02.40'an de li derdorê Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê dengê guleyan hat bihîstin û heta nîv seaetê dom kir. Hat zanîn ku dronek li ser miduriyeta polîsan çend deqîqeyan hatiye û çûyiye û ji ber vê yekê jî polîsan gule berdane drone. Hate hînbûn ku drona ku polîsan gule baran kiriye, nehatiye xistin. Polîsan di saetên serê sibê de hemû taxên Colemêrgê dorpêç kirin û lêgerîn kirin.