Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin 2022-08-28 16:43:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona xwe ya beşa duyemîn a Kampa Holê de unîformayên bi alên tirk dîtine.    Operasyona bi navê "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî DAIŞ’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, HSD'ê li Kampa Holê daye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di daxuyaniya ji aliyê Hêzên Hundirîn ve hatiye kirin de hate diyarkirin ku gelek unîformayên leşkerî yên bi alên leşkeri hatine dîtin.