ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-29 09:00:08     * Berdevkê Komîsyona HDP’ê yê Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexekirinên konser û mîhrîcanên kurdî û got: "Ev qedexekirin bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir û paşê belavî ser civakê bû. Qedexekirina çand û hunerî jî pêşî li dijî kurdan dest pê kir û niha jî li ser tevahiya civakê belav bûye.”   * Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Huseyîn diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojava zindîkirina DAIŞ’ê ye û got: “Ev êriş li dijî projeya Netewa Demokratîk in, lê hêza tu kesî têrê nake  ku îradeya ku li Rojava hatiye afirandin bişkîne."   * Hevserokên HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen û Sabuha Akdag banga mitînga 1’ê Îlonê ya li Silopiya bê lidarxistin kirin û gotin: “Em ê li Botanê li dijî aloziyan û şer dengê xwe bilind bikin.”    *  Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bandora saziyên navnetewî jî di xebernegirtina miwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de heye û dê nikaribin felsefeya Ocalan tecrîd bikin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 539’emîn de berdewam dike.    * Doza Kobanê ku 20 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, wê li kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk were. (10.00)    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)   *Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş wê li Meclîsê der barê rojevê de daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * HDP, dê li navçeya Bazarcix a Mereşê serdana esnafan bike û şahiya gel li dar bixe. (10.00-18.00)   * Komeleya Jinan a Starê wê têkildarî komkujiyên jinan ên zêde bûne li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (14.00)   * Rêxistina HDP’a Îzmîrê, di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de wê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylan ji mirovan zincîrê çêbike. (17.30)