Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin 2022-08-29 11:47:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona Hêzên Ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî DAIŞ’iyan dabû destpêkirin de, 12 kesên biguman hatin binçavkirin.      Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniya bîlançoya roja 4`emîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên me di roja 4`emîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa duyemîn bi dawî kirin. Her wiha 12 kesên biguman girtin ku 5 ji wan li xwe mikur hatin ku girêdayî DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna kesên din berdewam e.   KONÊN ÎŞKENCE Û KUŞTINÊ   Her wiha 37 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên îşkence û kuştinê bi kar dianîn, hatin rakirin."   Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di bin konên DAIŞ’iyan de gelek belge, pere, telefon, kompîtûr û xetên telefonan hatine dîtin û desteserkirin.