Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê 2022-08-29 15:09:25   COLEMÊRG - Hate diyarkirin ku leşkeran agir berdane daristana gundê Marûnis ê girêdayî Colemêrgê ku 15 rojan şewat lê dom kiribû û beriya 3 rojan xwe bi xwe vemirî bû.   Li gundê Marûnis ê girêdayî Colemêrgê carek din şewat derket. Di 12’ê Tebaxê de, di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer û pevçûnek qewimî bû. Piştî pevçûnê di heman rojê de leşkeran bi çekên giran herêma ku daristan û giyayên hişk lê zêdeye gulebaran kiribû û ji ber vê yekê agir bi daristanê keti bû. Hatibû ragihandin ku şewata li daristanên Marûnisê destpê kiribû û heya zozanên gundê Kûtos û herêma Çiyayê Şinê belav bûbû, di roja 15’emîn de xwe bi xwe vemirî bû. Di encama wê şewata 15 rojan domkiribû de, bi hezaran metrekareyan zêdetir daristan bûbû xwelî.   Hate diyarkirin ku leşkerên ku derketine operasyonê û baregehên leşkerî bi çekên giran gule berdane daristana ku 15 rojan şewat lê domkiribû û dîsa agir berdane daristanê. Welatiyên li herêmê dan zanîn ku şewata duh danê nîvro dest pê kiriye, hêj didome û nehatiye vemirandin.