Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir 2022-08-29 15:12:28   AMED - Baroya Amede derbarê berpirsên ku cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû û piştî 7 salan di kîsekî de radestî malbatê kirin, gilî kir.    Hakan Arslan di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest dabû. Cenaze ango hestiyên Hakan Arslan piştî 7 salan di hundirê kîsekî de li Dadgeha Amedê radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin. Baroya Amedê derbarê berpirsiyarên ku vê sepanê anîn serê cenaze de li Serdozgeriya Amedê gilî kir. Baroya Amedê xwest rayedarên ku cenaze ango hestiyan bi vî awayî dane bavê wî ji sûcê “Wezîfeya xwe xerab bikaranîne” û “li hemberî bîranîna kes bêhurmetî hatiye kirin” werin darizandin.