Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan 2022-08-29 16:09:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî maleke li Mexmûrê, ji aliyê welatiyên li wargehê dijîn ve hate şermezarkirin.    Îro di saetên nîvro de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de Evîzet Abdûllah jiyana xwe ji dest da. Welatiyên ku herikîn cihê bûyerê bertek nîşanî êrişî dan.    Hevserokê Meclisa Gel Yûsûf Kara yê li pêş mala êriş lê hate kirin daxuyanî da wiha got: “Ji bo şikandina îrade û berxwedana gelê wargehê êrişên wiha yên hovane tên kirin. Em bang li raya giştî û mirovahiyê dikin wê gelê wargehê xwedî li xwîna Evîzêtan derbikeve û li erdê nehêle, dev ji rumet û şerefa xwe ber nede. Bila dewleta tirk a faşîst bizane li beramberî wî çok na daynin. Em bang li gelê Kurdistanî dikin ku li hemberî van êrişan rabin û xwedî li xwe derbikevin. Ji bilî me kesek nikare xwedî li me derbikeve.”