Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin 2022-08-29 22:20:53   NAVENDA NÛÇEYAN - 3 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê ya Hejmar 2'yan a Tîpa F'yê ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.   Sê girtiyên nexweşên ên li Girtîgeha Kiriklarê ya Hejmar 2'yan a Tîpa F'yê bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Girtiyên nexweşîna wan giran Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên dest bi greva birçîbûnê kirine ragihandin ku ji ber ku girtiyên nexweş di heman odeyê de tên girtin, girtiyên siyasî di odeyên cuda de tên girtin, ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin û aktivîteyên wan ên sporê û civakî bi temamî hatine sînordarkirin dest bi greva birçîbûnê kirine.    BANGWAZÎ   Girtiyan li hemberî binpêkirinên mafan ên giran bang li raya giştî û saziyên sivîl kirin ku di vî warî de hestiyar bin.