4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin 2022-08-29 22:51:55   WAN- Ji girtiyê bi navê Mîrza Çaglayan ê di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de ku gardiyanan lêxistiye, 4 rojên xeber nayê girtin.    Hat ragihandin ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê gardiyanan di avêtina ser qawîşan de li girtî Mîrza Çaglayan xistiye û piştî lêdanê ew ji qawîşê derxistine û 4 roj in tu xeber ji Çaglayan nayê girtin.    Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan ragihandine, gardiyanan di 26’ê Tebaxê de avêtine qawîşan û gelek gardiyanan li Çaglayan xistiye. Hat diyarkirin ku gardiyanan piştî lêdanê Çaglayan qawîşê derxistine. Hat ragihandin ku 4 roj in tu xeber ji Çaglayan nayê girtin, aqûbeta wî ji îdareya girtîgehê hatiye pirsîn, lê îdareyê tu tişt ji girtiyan re negotiye.