ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-30 09:00:05     * Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta "vîna neteweyî ya tekparêz" e û ji bo Tifaqa Miletê ku dibêje polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" jî got, siyaset dê nikaribe bibe projeya demokrasiya rasteqîn.    * Piştî îstifaya Abdulkadîr Tutaşi yê AKP'yî, Mifetîşên Dîwana Muhasebatê ku 5 sal in nehatine Şaredariya Artûklûyê, dest bi lêkolîna îhale û ruxsetên bi guman kirin.   * Jinên Hezexê ku 5 sal in naçin Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin gotin: "Her cara ku em diçûn em rastî lêgerînê dihatin. Ne bi pirsgirêkan re eleqedar dibin ne jî çareser dikin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 540’emîn de berdewam dike.    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)   * Çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-16.00)   * Dayikên Şemiyê û Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê bi minasebeta 30’ê Tebaxê Roja Kesên bi Darê zorê Hatine Windakirin dê li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ya Kuçukçekmeceyê daxuyaniyê bidin. (13.00)