Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike 2022-08-30 09:54:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK'ê Adem Ûzûn bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Kurdistanê û got: "Li gel delîl û bangên raya giştî ya navneteweyî jî OPCW hîn tiştek nekiriye. Ev yek teqez cotstandartî ye."   Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 14'ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Dewleta tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê her cûre çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û gazên qedexekirî bi kar tîne. Lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî bêdeng in. Bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) xemsar e, ku ev rêxistin li qada navneteweyî muxatabê sereke yê mijarê ye. Endamê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn, têkildarî şerê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê didome û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.    Ûzûn, bi bîr xist ku di serî de Komîteya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Başûrê Kurdistanê, gelek saziyên herêmî û navneteweyî rapor li ser mijarê amade kirin, lê belê OPCW û enstîtuyên din ên çekên qedexekirî kontrol dikin bersiv nedan van raporan û wiha got: "Çekên kîmyewî ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê yên kurd têne bikaranîn, di heman demê de li hemberî gelê sivîl jî têne bikaranîn."   Endamê KNK'ê Adem Ûzûn   'ENSTITU BI ERKA XWE RANEBÛN'   Siyasetmedarê kurd Ûzûn ragihand ku li gorî sala derbasbûyî di sala 2022'an de bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk, di asta dramatîk de zêde bûye û wiha berdewam kir: "Çapemeniya navneteweyî gelek caran mijar xiste rojevê, lê mixabin enstîtuyên ku divê lêkolînê li ser bikin bi erka xwe ranebûn, lewma encam bi dest neketin."   Ûzûn bi bîr xist ku malbatên endamên HPG'ê û YJA-STAR'ê yên bi çekên kîmyewî hatin kuştin bi dehan name ji saziyên erkdar re şandin, her wiha saziyên kurdan ên navneteweyî jî di vê mijarê de rapor ji meqam, dewletên cuda û enstîtuyên pêwendîdar re şandin û têkildarî karên dîplomasiyê yên di vê mijarê de têne kirin ev agahî dan: "Heta niha hin dewletan bersiv dan. Mînak, di bersiva ji Elmanyayê de hate gotin, 'Belê haya me ji îdîayên li ser êrîşên kîmyewî heye, lê belê OPCW'ê hîn delîlek bi dest nexistiye'. Brîtanyayê jî bersiveke bi heman rengî da û got, 'Belê haya me ji rewşê heye, lê belê dema ku delîl bi destê OPCW'ê ket, em ê hingî pê re eleqedar bibin'."   'EV YEK NENASKIRINA QANÛN Û PÎVANAN E'   Ûzûn, diyar kir ku OPCW delîlên hin kes û saziyên serbixwe qebûl nekiriye û wiha lê zêde kir: "Belge û delîlên ji herêmê hatin, qebûl nekirin. Done û parçeyên ji herêmê hatin anîn qebûl nekirin. Di ser re, komên xebatê û komîsyonan ji bo lêkolînkirinê naşînin herêmê."   Ûzûn, anî ziman ku ji bo OPCW li herêmê lêkolînan bike divê di asta dewletê de daxwaz jê bê kirin û wiha domand: "Îdîayên gelekî cidî hene, dîmen hene, çalakiyên protestoyî têne lidarxistin, raya giştî ya navneteweyî bang dike. Lê belê tevî vê yekê jî OPCW nakeve nava liv û tevgerê. Ev yek cotsandartî ye. Ev yek nenaskirina qanûn û pîvanan e. Di heman demê de hewldanek ji bo manîpulekirina raya giştî ya navneteweyî ye."   'DEWLET Û OPCW PÎVANÊN XWE NAS NAKIN'   Ûzûn, da zanîn ku 193 dewlet endamên OPCW'yê ne, dewletên endam jî hevkariyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li OPCW'ê nûnerên dewletan, li dewletan jî nûnerên OPCW'ê hene. Di nava mekanîzmayên van dewletan de komîsyon hene ku bi çekên qedexekirî re mijûl dibin. Ev dewlet jî, OPCW jî bi tu awayî nakevin nava liv û tevgerê. Ev tê vê wateyê; ev dewlet û OPCW pîvanên xwe nas nakin, dinixumînin."   'ÇEKÊN WEKE NAGAZAKÎ Û HÎROŞÎMA TÊN BIKARANÎN'   Ûzûn, bal kişand ser raporan ku nîşan didin bê êrîşên bi çekên kîmyewî bandoreke çawa neyînî li xelkê xwecihî dike û wiha bi lêv kir: "Tirkiye endameke NATO'yê ye û çekên taktîk nukleer, bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne, ku teqez qedexekirî ne. Rast e dibe ku bi qasî bombeyên li Nagazakî û Hîroşîma hatine bikaranîn ên ewqasî mezin bi kar neîne, lê belê çekên niha têne bikaranîn heman çek in. Hîn biçûktir jî bin ev çek heman zirara mayinde dide hawirdor û mirovên li Kurdistanê."   NATO ENDAMA XWE YA SÛCDAR DIPARÊZE   Ûzûn, diyar kir ku li gel hemû delîl û ispatan jî tu endamên NATO'yê nerazîbûn nîşanî dewleta tirk nade ku çekên kîmyewî bi kar tîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Lewma em neçar in bibêjin ku ev yek stratejiyeke NATO'yê ye, NATO sûcên şer ên endamên xwe diparêze, dema ku endameke wê çekên kîmyewî bi kar bîne û qanûnên navneteweyî binpê bike jî wê endama xwe diparêze."