Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî 2022-08-30 15:09:34   AMED - Parêzerê malbata Hakan Arslan diyar kir ku dozgeran bi çavek “emaneta edlî” li cenaze nihêrîne û di kîs de radestî malbatê kirine û heqaret li mafên şexsî kirine.    Parêzerê malbata Hakan Arslan ê ku duh cenazeyê wî radestî bavê wî hatibû kirin, neheqiya li cenaze hat kirin nirxand. Parêzerê malbatê Ferhat Kilinç behsa pêvajoya hiqûqî ya malbatê ku 7 salan domand kir û diyar kir ku di nava ewqas demê de hiqûq nehatiye xebitandin û destûr nehatiye dayîn ku malbat li heqê xwe bigere.     Parêzerê malbata Hakan Arslan Ferhat Kilinç   DU CARAN KIFŞ HATIYE KIRIN    Kilinç bal kişand ser pêvajoya ku Arslan li Sûrê jiyana xwe ji dest daye û her çiqas wan du caran jî li Sûrê ji bo cenaze kifşê kirine jî lê tu encam jê derneketiye. Kilinç got ev dehm meh bûn ew li benda rapora otopsiye bûn û herî dawî wan duh cenaze wergirtiye.    Kilinç anî ziman ku ji serdema 2015 -2016’an ve hemû hewldanên wan ên ji bo wergirtina cenaze bêencam mane û nedayîna cenaze bû sedema gelek mexdûriyetan.    ‘MÎNA KU CENAZE EMANETA EDLÎ BE DAN MALBATÊ’    Kilinç anî ziman ku derbarê dayîna cenaze ku di kîs de dane malbata wî di qanûnan de nîne û wiha got: “Heke cenaze bi tevahî be, li morgê tê parastin. Piştî ku teşhîs kirin û lihevderketina DNA’yê cenaze radestî malbatê tê kirin. Lê heke cenaze yekparebûna xwe winda kiribe û tenê weke hestî bimîne, di rewşên wiha de divê cenaze di tabûtê de bê danîn û piştî karên otopsiyê bi dawî bibin, radestî malbatê bikin. Lê mixabin rayedarên edlî dema ku derbarê hestiyên ku ji merasîma cenaze mayî de tedbîrên edlî dimeşînin, di sindoqa edlî de tên mohrkirin û weke emaneta edlî ji Tiba Edlî re tên şandin. Mixabin di qanûnên me de di warê hiqûqî de tu rêzikname li ser vê mijarê nîne. Hestî wekî emanta edlî tên girtin û li gorî wê radestî malbatan tên kirin. Helbet me ev yek ji dozgeriyê re gihandiye. Dibe ku ev kar li gorî qanûnan be, lê ne rewşeke ku li gorî wijdanê mirovî ye. Di vî warî de herî kêm dema ku ev cenaze dihat radestkirin diviyabû bi hestiyartir bihata meşandin. Berê jî ev yek bûye. Di qitûyekê de hestiyên zarokên wan dan dayikekê. Ji bo bîranîna vî mirovî heqareta li mafê şexsî ye. Her wiha di Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê de jî weke sûc hatiye tertîbkirin.”    BERFRIHEKIRINA LÊPISÎNÊ   Kilinç diyar kir ku heke malbat daxwaz bike dê derbarê rewşê de gilî bikin û xwest derbarê mijarê de lêpirsîn bê berfirehkirin.      MA / Eylem Akdag