Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan 2022-08-30 16:08:13   STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin li ser gora Hasan Ocak û Ridvan Karakoç windakiriyan bibîr bînin û polîsan êrişî xizmên windakiriyan  kirin û 13 kes kirin binçavan.    Dayikên Şemiyê û Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Stenbolê bi wesîleya “Roja Kesên bi Darêzorê Hatin Windakirin a Navnetewî” li ser gora Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên li Goristana Altinşehîrê li hev kom bûn û xwestin windakiriyan bi bîr bînin. Gelek xizmên windakiriyan tev li bîranînê bûn û lê polîsan astengî derxist.    Polîsan biryara qedexekirina daxuyanî û çalakiyan a Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê kir hêcet û diyar kir ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Girseyê di nava dorpêça polîsan de bertek nîşanî astengiya polîsan da û wêneyên windakiriyan hildan.    BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DA    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû yê li derveyî dorpêçê ma xwest biçe cem girseyê lê polîsan ew bi mertalên xwe asteng kirin. Pîroglû bertek nîşanî polîsan da û got: “Tişta hûn dikin li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Hûn nahêlin ku parlementerek daxuyanî jî bide.”   13 KES KIRIN BINÇAVAN    Polîs kêliyek şûnve êrişî girseyê kir û 13 kesan bi lêdanê kirin binçavan. Navên binçavkiriyan wiha ne: Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Masîde Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Huseyîn Aygul, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Ferît Barût û sê jinên navê wan nehat hînbûn.    Mûsa Pîroglû bertek nîşanî binçavkirina parêzvanên mafê mirovan da û bang li her kesî kir ku li dijî vê hovîtiya polîsan derkevin.