Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin 2022-08-31 08:43:52       RIHA - Li Rihayê zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike, welatiyên li derdorê mudaxileyî wî kirin û ew radestî polîsan kirin.    Li Taxa Suleymaniye ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, zilamê bi navê Mûrat ku paşnavê wî nehat hînbûn, hewl da dest dirêjî zarokekê bike. Welatiyên li derdorê mudaxileyî wî kirin û ew radestî polîs kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, zarokê gazî kiriye û şêniyên taxê jî bi hawariya wê de çûne. Welatiyan ku mudaxileyî fail kirin, paşê haya polîsan pêxistin. Polîsên hatin cihê bûyerê, fail binçav kirin û birin qereqolê.   Zarokê û malbata wê giliyê fail kirin.