Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin 2022-08-31 10:13:46 AMED - Yek ji karkerên li Sakaryayê rastî êrişa komeke ji 30 kesî hat Mehmet Karakaş, diyar kir ku ji ber kurd in rastî êrişeke bi vî rengî hatine.    Di 27’ê Tebaxê de karkerên çandiniyê yên ji Amedê ji bo berhevkirina findiqan ji Amedê çûn taxa Çamlica ya navçeya Hendek a Sakaryayê, rastî êrîşa komeke ji 30 kesî hatin ku xwediyên zeviyan û xizmên wan jî di nav de bûn. Di êrişê de du zarokên ku temenê wan 15 û 18 salî bûn birîndar bûn.    Yek ji karkerên çandiniyê yê rastî êrîşê hat Mehmet Karakaş ji Ajansa Mezopotamyayê re qala tiştên qewimîn kir. Karakaş, diyar kir ku baxçeyê findiqan bipal e û ji ber tûrikên ji aliyê jor ve dihatin gêrkirin kevir bi lingê hevalên jin ketiye û anî ziman ku ew hişyarkirine ku tûrikan di aliyekî din de gêr bikin. Karakaş, anî ziman ku ji ber li zarokekî ku kete erdî nêrîn niqaşa di navbera wan de derketî mezin bû û got: “Dû re ciwanek daket xwarê û êrişî zarokên me kir û ketin navbera wan. Me nehişt ku veguhere şer.”   Karakaş, da zanîn ku aliyê din bi gotina “em ê li jêr hev bibînin” gef li wan xwarine ew jî piştî paydosê di vê pêvajoyê de derbasî mala bê dêrî û pac ku hêj înşaete û lê diman bûne û wiha berdewam kir: “Dema em derbasî malê bûn, me lê nêrî komeke ji 20-30 kesan pêk tê li ber derî disekinin. Min jî ji bapîrê wî ciwanî re got ‘xêre ev mirov çima hatine’. Wî jî got ji ber kişandina tûrikan hatine. Pişt re me lê nêrî ku apê wan û 3 ciwan hatin xwarê û gotin ‘zarokê bi navê Ferhat hebû wî bînin’. Dema me got we xêr e gotin ‘em ê li wî bidin’. Dema me sedemê wê ji wan pirsî got ‘çima ji min re gotiye lan’. Her duyan jî ji hev du re gotin. Dû re wan hemûyan êrişî me kirin. Em jî nêzî 20 kes bûn di nava me de jin û zarokên di bin temenê 15 salî de hebûn. 30 kesan êrişî me kirin. Bi pêhn, kulm, daran û çi dîtin li me xistin. Me jî di wê kêliyê de dar girtin û li gorî wan mudaxile kir.”   ‘PEREYÊ ME JÎ NEDAN ME’   Karakaş, bi lêv kir ku piştî bûyerê cenderme hate wir, giliyê wan li Fermandariya Cendermeyan a Hendekê kirin û wiha pê de çû: “Di yek ji xizmên wan de şikestin heye, zarokekî me yê di bin 15 salî de jî ji serê xwe birîndar bû. Dû re me mala xwe bar kir û em di bin parastinê de ji wir dûr ketin. Em 23 rojan ji wan re xebitîn. Pereyê me jî nedan me. Me giliyê wan kir lê wan jî gilî li me kiriye.”   ‘ÊRIŞÎ NASNAMEYA ME KIRIN’   Karakaş, bal kişand ku zêdetir karkerên kurd rastî êrişên wisa tên û wiha lê zêde kir: “Divê kurdên me neyên vê herêmê û nexebitin. Ez difikirim ku ji ber nasnameya me ya kurdbûnê êrişî kirin, cihekarî heye. Em dibînin dema karê wan bi me xelas bi çavê hevaliniyê nanêrin. Em bi rastî rewşên wekî ‘Karê we xelas hûn ê kengî ji vir biçin’ re rûbirû dimînin. Ez cara ewil çûm wê derê wan jî em wisa pêşwazîkirin.”   ‘EM DIXWAZIN BÊN DARIZANDIN’   Karakaş, xwest ku kesên êrişî wan kirin bên darizandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me rapora lêdanê girt û giliyê wan kirin. Wê pênşema pêşiya me ji aliyê Serdozgeriya Komarê komekê bişînin navçeyê. Îfadeya zarokê di bin 15 saliyê de qebûl nekirine û wê komekê bişînin û dîsa îfadeya wî wergirin.”