‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’ 2022-08-31 11:30:45   AMED/STENBOL – Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe yên spî bûne remza aştiyê gotin: “Ji bo aştî were ser vê axê tekane rêya wê azadiya Ocalan e. Em ê dest ji doza xwe ya aştiyê bernedin.”    Dayikên Aştiyê ku bi çalakî, daxuyanî û laçikên xwe yên spî bûne remza aştiyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku divê demildest aştî were ser vê axê û şer bi dawî bibe.    30 SAL IN BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞE    Raîfe Ozbey a endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, 65 salî ye û 30 sal in ew ji bo aştî pêk were têdikoşe. Ozbey destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî wê qet dest ji doza atşiyê bernedeye û got: “30 sal in em di nava têkoşînê de ne. Ji 15 salan zêdetir e ez Dayika Aştiyê me. Me di van 30 salan de çi dît û çi nedît. Kuştin, zilm, zordestî, girtin, koçberî û şewitandina gundan… Lê dîsa jî me got aştî û em ê her bêjin atşî.”   AŞTÎ BI DESTÊ OCALAN DIKARE WERE    Ozbey bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd sûcê li hember mirovahiyê ye. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Heke serokê me berdana wê aştî û çareserî pêk bihata. Lê serdest ji bo berjwendî û ranta xwe nahêlin aştî pêk were. Em ê tu demê destûr nedin ku laçikên me yên ji bo aştiyê reş bibin.  Divê ji bo xatirê aştiyê dawî li şer were.”    'EM Ê DEST JI DOZA AŞTIYÊ BERNEDIN’    Endama Melisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran (62) ku heta îro 5 caran hatiye binçavkirin û 106 lêpirsîn derbarê wê de hatine destpêkirin jî bi salan e ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşe û got êşa herî mezin kurd û dayikên kurd dikişînin û ew ê gavek jî ji bo aştiyê paşve neavêjin û dê her tim daxwaz û doza wan her aştî be.    'JI XEYNÎ AŞTIYÊ ÇAREYEK ME NÎNE'   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Feleknas Karabaş jî anî ziman ku ji bilî aştiyê tu çareyek wan tune ye û xwest di 1’ê Îlonê de her kes ji bo aştiyê dakeve qadan û daxwaza aştiyê bike.    DÊ BI LAÇIKÊN XWE BIÇIN QADÊ    Dayika Aştiyê Bedia Gokgoz jî êrişên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got: “Dixwazin desteftiyên kurdan tune bikin. Çima ji bo tevahiya dinyayê aştî heye û ji bo kurdan tune ye? Çima qirkirinê bi ser kurdan ve tînin. Çima her tim kuştin û şer ji bo kurdan rewa ye? Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe wê aştî were. Em hemû di tecrîdê de ne. Em ê li dijî şer ji bo xatirê bi laçikên xwe spî li qadan bin.”    ‘BIRÊZ OCALAN TU CARÎ ŞER NEXWEST’    Dayika Aştiyê Guler Bugday jî da zanîn ku aştiya cîhanê ji bo wan tiştek pîroz e û tevî ewqas sal in şer didome jî kurdan ji bo aştiyê paşve gav neavêtiye û tevgera kurd tu carî dest ji aştiyê bernedaye. Bugday destnîşan kir ku helbet wê rojekê kurd bigihîjin mafê xwe û daxwaziyên wan bicih werin û got: “Kurdan ji bo aştî û azadiyê bedelên mezin dan. Kurdan tu demê şer nexwestiye. Rêberê vî gelî birêz Ocalan tu carî şer nexwest. Em bi felsefeya wî dijîn. Wî her tim ji bo gelan aştî xwest. Em dibêjin êdî bes e bila aştî pêk were. Ji bo aştiyê em ê di 1’ê Îlonê de li Kadikoyê tev li çalakiya aştiyê bibin.”     ‘EM LI DIJÎ ŞER, AŞTIYÊ QÎR BIKIN’    Dayika Aştiyê Behiye Duman jî xwest her kes di 1’ê Îlonê de tev li çalakiya aştiyê ya li Kadikoyê bibin û wiha got: “Kurdan qetil dikin. Gorên me tarûmar dikin. Zarokên me qetil dikin. Miriyên me ji goran derdixin û winda dikin. Dijminatiya kurdan dikin. Werin em her kes li dijî şer ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.”