Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne 2022-08-31 12:56:00   ÎZMÎR - Parêzer Halîl Coşkûn diyar kir ku li Girtîgeha Kiriklarê girtiyên nexweş ên giran di bin tecrîdê de tên ragirtin û da zanîn ku girtî ji bilî daxwazên xwe ji bo ku bêhestiyariya di raya giştî de bişkînin dest bi greva birçîbûnê kirine.     Girtiyên nexweşên giran ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Îzmîrê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûn di 28’ê tebaxê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyên nexweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ku di çalakiyê de ne ragihandin ku ji bo girtiyên nexweş ji girtiyên din cuda neyên girtin, jora cihên hewadarkirinê bi têlan neyên girtin û hemû aktîvîteyên spor û civakî neyên sînordarkirin wan dest bi çalakiyê kirine. Girtî li bendê ne ku li dijî binpêkirinên mafan hemû rayagiştî û rêxistinên sivîl ên civakî bihestiyarî tevbigerin.    BI MUWEKÎLÊN XWE RE HEVDÎTIN KIR   Berdevkê Komîsyona Girtîgehê yê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Halîl Coşkûn, bi muwekîlên xwe Zekî Bayhan û Ramazan Çelîk re yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne di 28’ê tebaxê de hevdîtin pêk anî. Parêzer Coşkûn diyar kir ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û neçareserkirina rêveberiya girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û heta daxwazên wan neyên bi cih wê çalakiya xwe bi dawî nekin.    Coşkûn, da zanîn ku girtiyên ku li girtîgehên Egeyê tên ragirtin ji hev tên dûrxistin, tê xwestin têkiliya di navbera wan de bê qut kirin û wiha got: “Tiştên tên kirin bi fermanên Wezareta Karên Hundir tên kirin. Heta niha hemû girtî li cem hev bûn, di kanûnê de jî girtiyên ji heman sûcî tên girtin divê di odeyên li rex hev de bên ragirtin. Bi van pêkanînan li dijî kanûnên xwe derdikevin. Mafên girtiyên nexweş ên tedawîkirin, ragihandin, name û sporê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Îro li tu dera Tirkiyeyê têkildarî pandemiyê tu bergirî nînin lê aktîvîteyên civakî yên girtiyan bi vê hincetê tên astengkirin. Giliyên ku dikin jî ji aliyê rêveberiyê ji holê tên rakirin. Esas mafê xwe ragihandina edaletê yê girtiyan tê astengkirin. Girtî li dijî van binpêkirinên mafan gelek çalakî kirin lê ji ber nehatin çareserkirin neçar man bikevin çalakiya greva birçîbûnê.    ​Parêzer Halîl Coşkûn    GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HEMAN ODEYAN DE NE   Coşkûn, bi lêv kir ku girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka herî mezin girtiyên nexweş di heman odeyê de tên ragirtin. Her 3 muwekîlên me yên girtiyên nexweşên giran ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne di heman odeyê de tên ragirtin. Her sê girtî jî nikarin li xwe binêrin. Ev yek jî weke ku her yek ji wan di hucreyeke yek kesî de tên ragirtin e. Ev girtî bi taybetî li heman odeyê hatine bi cih kirin. Bi vî awayî lênêrîna hevalên wan jî tê astengkirin.”   ‘DIBE KU DI HER KELIYÊ DE MIRIN ÇÊBIBIN’   Coşkûn, girtiyê nexweşê giran Abdûllah Ece ku li Girtîgeha Kiriklarê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û wiha lê zêde kir: “Rêveberiya girtîgehê ji mirina Ece ders negirt û şert û mercên tecrîdê girantir kir. Daxwazên girtiyan gelek makûl in û qanûnî ne. Heke ev pêkanîn berdewam bikin di be ku di her kêliyê de mirin çêbibin.”   DAXWAZ   Coşkûn, daxwazên her 3 girtiyên nexweş ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne wiha rêz kirin: “Rakirina têlên li ser odeyan, bi hevalên xwe re di korîdorên nêz de bînin bahev, hevalên ku bikarin li girtiyên nexweş binêrin bînin cem wan û astengiyên li pêş pêkanîna xebatên civakî bên rakirin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Coşkûn, bi lêv kir ku sedemeke din a ketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş, berteka li dijî raya giştî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan rast e rast berteka li dijî hemû raya giştî, partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan e. Divê tiştên li girtîgehan diqewimin bên bihîstin. Daxwazên girtiyan mirovî ne. Em ji vir bang li rêveberiya girtîgehê dikin ku li gorî hiqûqê tev bigere û raya giştî li dijî bipêkirinên mafan bihestiyar be.”   MA / Delal Akyuz