Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin 2022-08-31 16:04:15   ŞIRNEX - Ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li navçeya Silopiyayê bê lidarxistini, ji navçeyan cihên çûna mitîngê hatin diyarkirin.    Amadekariyên ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de li navçeya Silopiyayê bê lidarxistin, didomin. Ji bo mitînga li Parka Newrozê ya li Taxa Yenîşehîrê bê kirin li navenda Şirnexê, li navçeyên Cizîr, Hezex, Elkê, Qileban û Basayê serdanên esnafan hatin kirin û belavok hatin belavkirin. Li navçeya Silopiyayê jî bi wesayîtên anonsê gel vexwendin mitîngê. Tê payîn ku bi hezaran kes tev li mitînga ku bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e” were lidarxistin.    Cihên ku ji bo wesayîtên biçin mitîngê hatin diyarkirin wiha ne:    NAVÇEYA NAVENDÎ YA ŞIRNEXÊ    * Li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê   * Li ber Nûnertiya HDP’ê ya Bajaroka Dêrgulê   * Li ber Nûnertiya HDP’ê ya Bajaroka Gundikê Melê   * Taxa Toptepe   Li cihên ku li bajarok û navenda Şirnexê hatine diyarkirin wesayît wê saet 15.00’an de rê bikevin.    CIZÎR   * Li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê   * Taxa Yafesê, Rawestgeha Hecî Îsa   * Taxa Sûrê, li ber Otela Kerem   * Taxa Cûdî, Kolana Qesapxane   * Taxa Nûr, Parka Botaşê   Li navçeya Cizîrê jî wesayit wê saet di 15.00' an de ber bi Silopiyayê ve biçin.   HEZEX   * Wesayît wê saet di 14.30’an de ji ber avahiya HDP’a Hezexê  rê bikevin.   ELKÊ   * Wesayît wê saet di 12.00’an de ji ber avahiya HDP’a Elkê  rê bikevin.   BASA   * Wesayît wê saet di 13.30’an de ji ber avahiya HDP’a Basayê  rê bikevin.