Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin 2022-08-31 16:34:59   ÎZMÎR - Di Nobetên Edaletê ku malbatên girtiyan li Îzmîr û Denîzliyê dane destpêkirin de bal kişandin ser zêdebûna zextên li girtîgehan û banga edaletê hate kirin.    Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 106’an de li pêş Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” berz kirin. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê ( EGE TUHAY-DER) piştgirî da malbatan.    DERMANAN NADIN GIRTIYAN    Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan diyar kir ku 106 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin lê dewlet bêdeng e. Yagmekan, bal kişand ku zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha got: “Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên nexweş ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ev çawa dibe? Zarokên me tên kuştin. Dema ez cara dawî bi kurê xwe re axivîm ji min re got ku 2 meh in dermanên wî nadinê. Dibêjin ‘derman nînin’. Çawa derman nabin. Em dayikin vê rewşê qebûl nakin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li her derê ji bo zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”   DAXWAZA WELATEKÎ KU BIKARIBIN LÊ BIJÎN   Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş jî banga bi dawîkirina binpêkirinên mafan kir û wiha axivî: “Ji vê zilmê ji vê komkujiyê re bêjin bes e. Em xwîn û komkujiyan naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Aştiyê bînin vî welatî ku bibe welatî bikarin lê bijîn. We li Kurdistanê mirov nehiştin vêca daran difiroşin. Bila êdî leşker nemirin, zarokên me li zindanan nemirin.”   BILA AYSEL TÛGLÛK WERE BERDAN   Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever jî wiha axivî: “Şûna ku dê kurdan, kesên nexweş bigirin herin mafyayan bigirin. Em naxwazin êdî kes bimire. Bila girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk bên berdan. Êdî sebra me nema, em dayik in dilê me dişewite. Bila tecrîd bê rakirin, biçin Îmraliyê û aştî pêk were. Destê xwe deynin ser wijdana xwe em edaletê dixwazin.”   GIRTIYAN BI ÇEPIKAN PIŞTGIRÎ DA   Di dema axaftinên malbatên girtiyan de girtiyan jî bi çepik û fîtikan piştgirî dan malbatan. Malbatên girtiyan jî bi dirûşmeyan bersiv dan. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin.    LI DENÎZLÎYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 31’EMÎN DE YE   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 15’an de berdewam dike.    Songul Îlker ku ji bo lêpirsîna derbarê Midurê Girtîgehê Alî Îhsan Yildirim de hatiye vekirin serî Edliyeya Denîzliyê da, diyar kir ku ji ber serdozger ji bo 3 hefteyan çûye betlaneyê nekariye daxwaznameyê bide. Îlker a bang li hiqûqnasan kir wiha got: “Pêwîste hemû parêzerên xwedî wijdan li vê dosyayê xwedî derkevin û pê re eleqedar bibin. Ji ber ku hewl tê dayîn lêpirsîn bê girtin. Daxwaznameya ku me ji bo wê pêşkêş kiriye wê bikeve dosyayê? Em vê jî nizanin. Ez li benda piştgiriya we hemûya me.”