Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin 2022-08-31 16:47:35   AGIRÎ - Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re ku di pêşengtiya HDP’ê li navçeya Bazîdê hate avakirin wê 2’yê îlonê meşekê li dar bixe.    Di pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê de “Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re ya Bazîdê” hate avakirin. Di platformê de muxtarên taxên li navenda navçeyê, Ekîba Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Mûstafa Tanriverdî, Kooperatîfa Esnaf û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bazîdê, Odeya Esnaf û Pîşekaran, Odeya Ajokaran, Nûnertiya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ya Bazîdê, Nûnertiya navçeyê ya Baroya Agiriyê, çapemeniya herêmî û Koma Alîgiran a Berxwedanê ya Bazîd 04 cih digirin.   Di civîna yekemîn a ji aliyê Platformê ve li Eywana Civînê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bazîdê hat lidarxistin de, qala girîngiya têkoşîna bi hev re ya li dijî hişbirê hate kirin. Platformê piştî civînê biryar da ku di 2’yê îlonê de li navenda navçeyê li dijî hişbirê meş û daxuyaniyeke girseyî li dar bixe.