Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin 2022-08-31 20:04:50   STENBOL - Polîsan êrîşî Dayikên Aştiyê kirin ku bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di encama êrîşa polîsan de dayik bi erdê ve hatin kaşkirin û binçavkirin.   Dayikên Aştiyê yên ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li ber Qesra Dolmabaxçeyê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin, rastî êrîşa polîsan hatin. Dayik ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bilêv bikin, hatin noqteya li stada Beşîktaşê û xwestin ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û maseya çareseriyê car din bê danîn.   ‘EV PIRSGIRÊK BI ŞER ÇARESER NABE'   Ji Dayikên Aştiyê Akime Keskîn a bi laçika spî ya sembola aştiyê, çalakiya rûniştinê li dar xist û di axaftina xwe ya bi kurdî de got: “Em aştiyê dixwazin, em dayik in, em dixwazin her dayik piştgiriyê bidin me. Tevî komkujî û tundiya 100 salî jî em her tim aştiyê dixwazin. Em dayik in û dilê me ji bo her kesî diêşe. Me tu carî şer nexwest. Xwîn ji her du aliyan diherike. Ev pirsgirêk bi şer çareser nabe, divê her kes vê baş bizanibe."   ‘BILA TECRÎD RABE Û MASEYA DIYALOGÊ BÊ DANÎN'   Ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz jî destnîşan kir ku ew dayikên kurd dixwazin aştî were cîhanê û got: “Em dixwazin komkujî bi dawî bibin. Roja cîhanî ya aşitiyê ye û em dixwazin aştî were cîhan û welat. Deng bidin qîrîna dayikan. Van komkujiyan û tecrîda li girtîgehan bi dawî bikin. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin, êdî rondikê çavê dayikan ziwa bû. Êdî dayikên kurd cenazeyên zarokên xwe kîsan de digrin. Cenaze nemaye û êdî hestiyên me didin me. Em vê yekê qebûl nakin"   Gokgoz xwest ku maseya çareseriyê ji nû ve bê danîn û got: “Maseya çareseriyê li vir hat danîn; çima ev mase hat rakirin? Bila cardin vê maseyê deynin, dîsan li dora wê kom bibin û bila ji bîr nekin ku ji aştiyê zirar nagihe tu kesê.”   Piştî axaftinan polîsan êrîşî dayikên ku xwestin belav bibin kirin. Polîsan Dayikên Aştiyê bi erdê ve kaş kirin û ew binçav kirin: Her wiha xebatkarên çapemeniyê bi awayekî kêfî hatin astengkirin û polîsan nehiştin ku ew dîmenan bigrin.   Di encama êrîşa polîsan de dayika bi navê Bedîa Gozyuz, Zelîha Gokyuz û Şukran Tûgay hatin binçavkirin.