Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin? 2022-09-01 09:01:38   COLEMÊRG - Li Goristana Bêkesan a Colemêrgê 9 gor û 12 kêlikên goran ên bi hejmarên cuda hene. Ji van goran, li ser 3'yan jê 6 kêlikên bi hejmarên cuda hene. Ev yek dibe cihê wê şik û gumanê ku di her gorekê de 2 cenaze hene.    Li Goristana Serê Solan a li Taxa Sumbul a Colemêrgê cihê ku ji bo cenazeyên HPG, YJA-STAR, YPS û YPG’iyan ên radestî malbatên wan nehatine kirin hatibû veqetandin, piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016’an de hatibû qedexekirin ku cenaze lê bên definkirin. Polîsan ewilî ji bo cenazeyên radestî malbatên wan nayên kirin li jêra Serê Solan cihek terxan kiribûn û cenaze li vir dihatin veşartin.    Li vî cihê navborî li gorî hejmarên li ser goran, niha 7 cenaze hene. Tê diyarkirin ku ji van cenazeyan yek jê yê HPG'iyekî ji Îranê ye û 6 cenazeyên din jî nasnameya wan nediyar e.    6 CENAZE DI 3 GORAN DE   Piştî li vê qada navborî cih nemaye, vê carê ji bo cenazeyên radestî malbatan nayên kirin li serê çiyê cihek hatiye terxankirin. Li vê qada ku 9 gor lê hene, 12 kêlikên bi hejmarên cuda hene. Kêlikên bi hejmara 1, 2, 3 û kêlikên bi hejmara 5, 6, 7 li ser heman goran e. Kêlikên bi hejmara 8, 9, 10, 11, 12 û 13 jî li ser gorên cuda hatine bicihkirin. Her wiha kêlika bi hejmara 4 jî tune ye. Ji ber ku 6 kêlikên bi hejmarên cuda li ser heman gorê ne, wer tê texmînkirin ku di her gorekê de 2 cenaze hene.    Tê texmînkirin ku ji 12 kesên di van goran de hatine definkirin 2 jê Pervan Alî Yûsûf (Zagros Senar) û Lokman Felahî (Dilgeş Sine) yê HPG'î yên li Şemzînanê di şer de jiyana xwe ji dest dane, 5 jê jî HPG'iyên di 29'ê Nîsanê de li Marûnûsê di şer de jiyana xwe ji dest dane û 4 jê jî HPG'iyên ku di 29'ê Hezîranê de li gundê Dêzê di şer de jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha li rex hejmaran ji bo diyarkirina zayendan jî tîpên "M (Mêr)" û "J (Jin)" li ser kêlikan hene. Li gor herfan ji 12 cenazeyan 5 jê jin in û 7 jî mêr in.    Di navbera goran de tu valahiyek tune ye. Li kêleka hev hatine kolandin û axa wan tev li hev bûye. Lewma gava hêlan çêbibe dibe ku winda bibin. Hat ragihandin ku berê li vê qada navborî ji ber baranê hêlan çêbûye.    MA / Mazlûm Engîndenîz