Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin 2022-09-01 12:19:05   ERZIROM - Alî Riza Arslan diyar kir ku beriya ew hestiyên lawê xwe di kîsik de werbigire leşkeran bi wan gor daye kolandin û dema wî hestiyan dît gelek xemgîn bûye. Melîke Arslan got jî 7 sal bûn êşa lawê xwe dikişand û bi dayîna hestiyên di kîs de êşa wan zêdetir bûye.    Bav û dayika Hakan Arslan, Alî Riza Arslan û Melîke Arslan ku piştî 7 salan di kîsek de hestiyên lawê xwe wergirtin, ji ajansa me re axivîn. Cenaze di 29’ê tebaxê de radestî bavê wî hat kirin û bir li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê veşart. Cenazeyê Hakan Arslan li kêleka gora birayê xwe ku sala par ji nexweşiya penceşêrê miribû veşartin.      Melîke Arslan   LEŞKERAN GORÊ DANE KOLANDIN    Alî Riza Arslan diyar kir ku beriya ew biçe cenaze werbigire leşkeran gazî wî kiriye û got: “Leşkeran ji min pirsî ku ez ê bi kî re biçim cenaze. Min got ez ê bi biraziyê xwe re biçim. Rêya çûnehata min jî pirs kirin. Beriya ez biçim Amedê leşkeran ji min re got li nasê xwe bigire bila biçin gorê bikolin. Min got dema em bizivirin em ê bikolin. Lê fermandarê qereqolê nehişt got divê îro bê kolandin. Ez li malbatê geriyam min got biçin gorê bikolin û dê qereqol bê kontrol bike. Qereqol çûye gorê kontrol kiriye û wêneyê gorê girtin.”    'DINYA LI BER ÇAVÊ MIN TARÎ BÛ’    Arslan da zanîn ku piştî qereqolê ew çûye Amedê û nizanibûye cenaze li edliyeyê ye û wiha got: “Min digot qey cenaze li Saziya Tiba Edlî ye. Min du sê kaxezan tije kir û çûm cem katib. Kaxezan bi min da îmzekirin. Piştî kaxezek da min got ez ê biçim cenaze bînim bidim te. Ez şaş mam. Parêzer jî li cem min bû. Çû cenaze anî û teslîmî min kir. Dem amin hestî di kîsik de dît ez xemgîn bûm û nebaş bûm. Çavê min tiştekî nedît û dinya li ber çavê min tarî bû. Got ev cenazeyê te ye û min hilda ber dilê xwe û derketim. Kurê min 22 salî bû û piştî 7 salan hestiyên wî di kîsek de dan min. Êdî tiştek nayê bîra min…”    Alî Riza Arslan   ‘HEMA ME DIXWEST TILIYEK WÎ JÎ HEBE EM VEŞÊRIN’    Arslan anî ziman ku ji bo cenazeyê lawê wî darbest nedane wî û wiha got: “Di qutiyek hundirê kîs de dan min û gotin ‘ha ji te re û biçe’. Min digot hema bila tiliyek wî jî bidin min, ez bibim li axa warê wî veşêrim û dilê me rehet bibe. Şikir ji vê re jî ku me hestiyên wî wergirt. Divê ne wisa bûya. Pêwiste di darbestekî de cenaze radestî me bikirina.”   TÊKOŞÎNA 7 SALAN    Arslan destnîşan kir ku dewlet “nedirûst e” û hê jî cenazeyên ku radestî malbatên wan nekirine hene û wiha got: “Me dixapînin. Zilmê li me dikin. Me dikujin. Cenazeyên me jî bi vî rengî teslîmî me dikin. Hê jî bi hezaran kes hene ku cenazeyê wan, hestiyên wan winda ne hene. Em 7 salan têkoşiyan û me di dawiyê de hestiyên lawê xwe wergirt. Divê hemû malbat têbikoşin da ku cenazeyên xwe werbigirin.”    XWEST BARO GILÎ BIKIN    Arslan bi bîr xist ku cenazeyê lawê wî 9 mehan li Stenbolê maye û bi giştî salek û 8 meh cenaze rawestandine. Arslan got Baroya Amedê derbarê berpirsiyarên ku van kirinan anîne serê cenaze gilî kiriye û xwest baroyên din jî gilî bikin.    ‘ÊŞA MIRINÊ LI ME NÛ BÛ’    Melîke Arslan jî da zanîn ku lawê ji Stenbolê çûye Amedê û haya wan jê nebûye û lawê xwe bi pir delalî mezin kiriye. Arslan destnîşan kir ku 7 salan ew li cenazeyê lawê xwe geriyan e û got: “Di dawiya dawî de me cenaze wergirt. Xistin kartonekî û dan ber dilê bavê wî. 7 salan me êşek bêtarîf kişand. Bi dayîna cenaze ya di kîsik de carek din li ber çavê me bû mîna mirinê. Êşa li ser êşê bû. Êşa niha ji dema mirinê zêdetir bû. Ez nikarim qal bikim. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Xwedê vê ax û êşa min ji wan re nehêle. Ev 7 sal bûn ez digiriyam. Lê xwedê şikir ku me hestiyên lawê xwe wergirt û li axa xwe veşart.”    MA / Bêrîvan Kûtlû