Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin 2022-09-01 13:10:10   AMED – Di Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan de Reşahad Ada axivî û anî ziman ku her roj mafê girtiyan tê binpêkirin û ew gazî hemû cîhanê dikin ku bila werin li ber edliyeyê dest bi çalakiya greva birçîbûne bikin.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê di roja 289'emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî. Reşahat Ada diyar kir ku hatina ber deriyê edliyê ji bo wan wek mirinê ye. Ada bi lêv kir ku dema girtiyên wan cezayê xwe diqedînin û “poşmantiyê” li girtiyan ferz dikin. Ada da zanîn girtiyên wan jî dibêjin “We 20 sal, 30 sal ceza da me û me jî cezayê xwe kişand. Me ji bo namûsa xwe, şerefa xwe, rûmeta xwe, zimanê xwe dest bi vê rêyê kiriye. Em ne poşmanin.” Her wiha Ada anî ziman ku ji ber gotina zarokên wan ya “Em ne poşmanin” berdana wna tê taoqkirin.    ‘WERIN EM DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’   Reşahat Ada bang li Serokkomar û Wezîrê Dadê kir û got: “Ez bang li Serokkommar û Wezareta Dadê dikim bila destên xwe dyenin ser wîjdana xwe û bila bes înfazên zarokên me bişewitînin, bila wan girtiyên nexweş berdin. Em ji bo ku zarokên me nemirin li vir in. Em ji bo ku tabûtên zarokên me ji girtîgehan dernekevin li vir in. Çawa mirovekî 10 salan cezayê xwe raketibe dikin hucreyê. Xwedê vê yekê qebûl ndike? Zarokên me ji bo neheqiyên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ez bang li tevahî cihanê dikim ku bila werin em dest bidin destê hev û li ber deriyê edliyê çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Zarokên me erka xwe bi cih anî, em deyndarên wan in. Bijî berxwedana zindanan.”   Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeya, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.