Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir 2022-09-01 14:56:45   RIHA - Malbata Şenyaşar bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û vekirina serdema edlî ‘Pêşegeha Edaletê’ vekir. Wêneyên çalakiya nobeda edaletê, karîkatur û wêneyên birîndaran ên di ambulansê de hatibûn kişandin tên pêşandan.   Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 542’an de didome. Dayik Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin ber edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobedê kirin. Malbata Şenyaşar bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Dinyayê û vekirina serdema edlî li cihê wekî ‘quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar’ tê nasîn ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir. Wêneyên çalakiya nobeda edaletê de hatine kişandin, karîkaturên li ser bûyerê hatine xêzkirin û wêneyên birîndarên di ambulansan de rastî erîşan hatibûn tên pêşandan. Kesên ku rêya wan bi edliyeya Rihayê dikevin li pêşengehê digerin û derbarê bûyerê de agahiyan werdigirin.   Ferît Şenyaşar têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û vekirina serdema edlî axivî û diyar kir ku nobeda wan îro di roja 542’an de ye û ev tişt anî ziman: “Wê îro rayedarên hikûmetê derbarê serdema edlî de biaxivin û bibêjin ‘Tirkiye welatekî hiqûqê ye’. Baweriya gel bi gotinên wan nemaye. Gel bi vê pêşengehê bêhiqûqiya wan dibîne. Kesên qêrîna dayikê nabihêzin dê wenda bikin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku werin li vê pêşengehê bigerin.”    BARO ÇÛ SERDANA WAN   Pêşengeh dê heta dawiya rojê li ber edliyeyê vekirî bimîne. Heyeta parêzeran ku di nava wan de Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş jî hebûn bi munasebeta vekirina serdema edlî li ber avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê heta cihê pêşengehê meşiyan.   Heyeta parêzeran li pêşengehê geriyan û derbarê nobeda edliyeyê de ji malbatê agahî wergirtin. Serok¨Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol xwest ku demildest daxwazên malbatê bi werin. Hevserokê HDP’ Rihayê Atiş jî got ku heta edalet pêk were ew ê her tim bi malbatê re di nava hevkariyê debin.    Heyet demekê bi malbatê re nobeda edelatê girtin û dawiyê ji wir veqetiyan.