Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe 2022-09-01 15:27:18   AMED/RIHA - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniya têkildarî sala nû ya edlî de diyar kir ku pirsgirêka di serxwebûna darazê de kronîk bûye û bang li darazê kir ku di êrişên li dijî nasname û zimanê kurdî de bi rolek çalak rabe.    Baroy Amedê têkildarî destp^keirina sala nû ya edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û gelek parêzer tev li bûn. Serokê Baroyê Nahît Eren diyar kir ku wan sala par her çiqas ji darazê hin daxwaz kirine jî lê tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin û pirsgirêk li ser hev derketine.    ‘BAWERIYA CIVAKÊ BI DARAZÊ NEMAYE’    Eren destnîşan kir ku bendewarî û baweriya civakê bi edaletê û darazê nemaye û ew dixwazin civakek ku bi serdestiya hiqûq û edaletê bawer be bê afirandin. Eren anî ziman ku daraz ji aliyê îktidara siyasî ve tê xelatkirin û yên ku bi xebera îktidarê nekirine wezîfeya wan hatiye guhertin û cezakirin. Eren bal kişand ser têkiliya darazê ya bi hêzên wek îktidarê re û got: “Çi dibe bila bibe daraz neçar e ku serbixwe bimîne û cihêkariyê li hemberî tu fikrî û baweriyê neke. Her wiha daraza Tirkiyeyê guh nade biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.”   BINPÊKIRINA MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN    Eren destnîşan kir ku bênavber li dijî heq û azadiya bingehîn mudaxile berdewam dike û bi taybetî li girtîgehan mafê girtiyan tên binpêkirin û xeberên mirina girtiyan li ser hev tê û ev yek rê li ber xetereyên mezin vedike. Eren anî ziman ku daxwaza edaletê li her deverê bilind dibe da ku girtiyên nexweş bên berdan lê rayedar li hember van daxwazan xemsar dimînin û mînaka neberdana girtiyên nexweş jî Makbûle Ozer e ku temenê 80 salî ye û nikare xwe bi tirkî bîne ziman û ji ber wergêrê kurdî nebûye karûbarên tenduristiya wê nehatiye kirin. Eren got ew carek din di destpêka sala edlî ya nû de bang li Wezareta Dadê û darazê dikin ku wezîfeya xwe bi berpirsiyariya xwe bi cih bÎnin û ew dixwazin daxwaza randevuya ku ji Wezareta Dadê xwestine bi erênî were bersivandin.    ÊRIŞÊN LI SER NASNAMEYA KURDΠ   Eren bal kişand ser pêkutiyên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Em dixwazin bale bikişînin ser nasname û zimanê kurdî ku di demên dawî de bi êrişan û zimanê nefretê re rûbir û maye. Ji ber bikaranîna zimanê tundiyê û dubendiyê bandorê li serê dike ku êrişên nijadperest pêk werin. Em dixwazin ev ziman bê terkindin û daraz di van êrişên cihêkarî û nijadperest de bir ola xwe ya çalak rabe.”   RIHA   Baroya Rihayê jî li ber avahiya xwe têkildarî destpêkirina sala nû ya edlî daxuyanî da û gelek parêzer tev li bûn. Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew hêvî dikin ku îsal bibe sala serdestiya hiqûqê. Îzol anî ziman ku ew dixwazin îsal bibe sala dewleta hiqûqê, daraza serbixwe û pergalek demorkatîk were lipêşxistin.