ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike 2022-09-01 16:55:13 ENQERE - ÎHD ji bo bingeha aştiyê bê avakirin dê her îna serê mehê, di navbera saet 14.00-18.00’an Nobeta Aştiyê bigire.    Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) li dijî kaosa li welat tê jiyîn biryara girtina “Nobeta Aştiyê” da. Endamên Şaxa ÎHD'a Enqerê roja îna her serê mehê piştî nivro di navbera saetên 14.00-18.00'an de ji bo ku balê bikişînin ser avakirina bingeha aştiyê dê “Nobeta Aştiyê” bigirin.    Endamên sazî û dezgehan û kes dê bikarin serdana çalakiya ÎHD'ê bikin.