Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye 2022-09-01 18:45:23   ENQRE - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Dîlek Yagli diyar kir ku divê darizandina Doza Kobanê bê sekinandin û faîl li derve ne û dozgerek ku wan bidarizîne tune ye.   Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê di roja sêyemîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.     Li gel parêzeran, parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê    ‘DIVÊ FAÎLÊN RASTEQÎN BÊN DARIZANDIN’   Danişîn bi parastina endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ya berê Dîlek Yagli berdewam kir. Yagli bal kişand ser rengînî û armancên HDP’ê û partiyek wiha bi fermanê naxebite. Yagli bal kişand ser krîzên li Tirkiyeyê pêk tên û got Tirkiye halê hazir veqetiyaye du beşan. Yagli destnîşan kir ku darizandinek adilane pêk nayê û heke ev dadger û dozger bixwazin darizandinê dirêj nekin divê darizandinek adilane pêk bînin. Yagli da zanîn ku ew bi cezayê heta hetayê yê girankirî yê 38 caran tên darizandin û dadger û dozger beyanên şahidên veşarî esas digirin û vê dikin serdema cezakirinê. Yagli got ew hesabê tiştek nadin û kes nikare hesab ji wan bixwaze. Yagli diyar kir ku divê darizandina Doza Kobanê bê sekinandin û faîlên rasteqîn li derve ne û dozgerek ku wan bidarizîne tune ye.    Dadgehê danişîn taloqî sibê kir.