Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da 2022-09-01 22:10:00   MÊRDÎN - Li Midyadê ciwanê bi navê Adem Kara ku polîsan çek lê teqandibû, jiyana xwe ji dest da.    Li bazara heywanan a Taxa Işiklar a navçeya Midyadê, polîsan bi îdiaya ku "guh li îxtarê nekiriye" çek li ciwanê bi navê Adem Kara (21) teqandin. Kara bi giranî birîndar bû. Karayê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Midyadê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Dê cenazeyê Kara li Goristana Kalo ya Midyadê bê veşartin.    Xizmên Kara, berkesê îdiyan, diyar kirin ku derbarê Kara de tu biryara zevtkirinê tune bûye, lê ji ber ku nû ji girtîgehê derketiye dibe ku ji tirsa reviyabe û gotin, dê dest ji vê bûyerê bernedin.