Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim 2022-09-02 12:47:54 RIHA – Emîne Şenyaşar a ku di roja 543’emîn de Nobeda Edaletê didomîne got: “Heya edalet neyê, em ê ji vir ranebin. Heya kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim.” Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de dabû destpêkirin, di roja 543’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê.   ‘HEKE EZ BIMRIM, BILA LI VIR BE’   Dayik Şenyaşar di çalakiya nobedê de careke din daxwaza edaletê kir û wiha axivî: “Dadger û dozger me sûcdar dikin. Em heqê xwe li wan helal nakin. Kê ku zilmê li me bike em heqê xwe li wan helal nakin. Êdî bes e bila Fadilê  min berdin. Di qawîşekê de tenê tê ragirtin. Keçekî wî heye, bêyî ku bavê xwe bibîne mezin bû. Du kurên min hatin kuştin, bila Fadilê min bê malê. Kurê min li girtîgehê, em li vir dirizin. Zarokên min bi neheqî kuştin, ez edaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesê edaletê dixwazim. Hemû kesên di girtîgehan de bêsûc tên ragirtin, bila bên berdan. 543 roj in zilmê li me dikin. Çi li me dikin bila bikin, heya ku edalet neyê em ê ji vir ranebin. Heya kurê min neyê ez ê ji vir ranebim. Heke ku bimrim bila li pêşiya edliyeyê bimirim. Bila biwîjdan tevbigerin.”   PÊŞANGEHA  EDALETÊ    “Pêşandana Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û roja vekirinê ya sala edlî, ya li “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” dabû vekirin di roja 2’emîn de didome.   Di pêşandanê de wêneyên ku di çalakiyê de hatine kişandin, karîkatûrên bi mijara Emîne Şenyaşar û edaletê hatine xêzkirin, wêneyên êrişa ambulansê ya ku tê de birîndar hebûn tên nîşandan. Kesên diçin edliyeyê û parêzer “Pêşengeha Edaletê” digerin û derbarê bêedaletiya ku malbat pê re rûbirû maye agahî distînin.