Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar 2022-09-02 13:34:56 WAN - Li Wanê polîsan demançeya xwe ji ber xwe derxist û gefa kuştinê li rojnamevanan xwar. Dîmenê kêliya ku polîs demançeyê derdixe hat girtin.    Li Wanê duh piştî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, girse meş li dar xist. Polîsan êrişî girseyê û rojnamevanên nûçe dişopandin kir. Polîsan li welatî û rojnamevanan dan. Komek polîs, ji rojnamevanan Mesût Bagci avêtin erdê, lêdan û kameraya wî şikandin.      GEFA KUŞTINÊ    Polîsek xwe ji Şaxa TEM’ê da nasîn, gefa kuştinê li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JinNewsê Zelal Tûnç xwar. Polîs gefa “Ez ê berdim tei kes te nabîne” li rojnamevanan xwar. Heman polîs demançeya xwe ji ber xwe derxist û gefa kuştinê li nûçegihana JinNewsê Elfazî Toral dixwe. Dimênên vê kêliyê hatin girtin. Her wiha polîsa dîmengirtina rojnamevanan asteng kir û kameraya wan şikand.    Hat zanîn ku hin polîs li hin rojnamevanên li bajêr geriyan e û xwestine ku ti dîmenek kêliya bûyerê neyê serwîskirin.    ROJNAMEVAN DÊ GILÎ BIKIN    Rojnamevanên kamerayên wan hatin şikandin, bi lêdan û gefa kuştinê re rûbirû man serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê dan û dê bi rêya parêzeran giliyê polîsan bikin.