Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir 2022-09-02 14:18:33   RIHA - Şandeyek ji Êlihê çû serdana Malbata Şenyaşar û piştgirî da malbatê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo 3 ferdên malbata wan di êrişa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, berdewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobedê digire, di roja 543’yemîn de berdewam dike.    Şandeyek ji Êlihê ku di nav de rêveberên DBP, HDP, ARÎ-DER, MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê hebûn serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît malbatê li cihê çalakiya xwe pêşwazî kirin û giliyê têkoşîna xwe ji şandeyê re kir. Şande li nav “Pêşengeha Edaletê” ya malbatê ku duh vekiribû, geriya û li wêneyan temaşe kir.    Li ser navê şandeyê rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna malbatê teqez bigihîje serkeftinê.    Piştre jî Dayika Aştiyê Sultan Azboy axivî û pirsa, “Edalet li ku ye?” kir. Dayika Aştiyê Horî Acar jî destnîşan kir ku ew ê her tim piştevaniya malbatê bikin.    Şandeyê kêliyek li gel malbatê nobed girt. Di vê kêliyê de Emîne Şenyaşar tiştên hatine serê wê vegot û lorand û xemgînî xwe da nîşandan. Şande piştî nobed girt, ji cihê çalakiyê veqetiya.