‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’ 2022-09-02 15:57:36 STENBOL - MKGP xwest derbarê polîsên ku rojnamegerên li Wanê nûçe dişopandin derb kirine û bi kuştinê gef li wan xwarinê de lêpirsîn were destpêkirin.     Dema nûçegihanên JINNEWS’ê Zelal Tûnç û Elfazî Toral û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Kûtlû di Mitinga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a 1’ê Îlonê de nûçe dişopandin, bi derbkirinê gefên kuştinê yên polîsan re rûbirû man. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) bertek nîşanî derbkirin û gefxwarina polîsan da. MKGP derbarê tundiya polîsan de daxuyanî da û bal kişand ser êrişên ku her roj dijwartir dibin.    Di daxuyaniya MKGP’ê de ev tişt hatin gotin: “1’ê Îlonê li Wanê dema nûçegihanên JINNEWS’ê Zelal Tûnç û Elfazî Toral û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Kûtlû nûçe dişopandin polîsan çek li wan kişandin û bi kuştinê gef li wan xwarin. Divê demildest dest ji van polîtîkayên tundî û gefxwarinê bê berdan. Derbarê polîsên ku gef xwarine divê demildest lêpirsîn were destpêkirin. Em jî dê wek MKGP şopdarên pêvajoyê bibin.”