ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin 2022-09-02 17:34:38   RIHA - ÎHD’a Rihayê li dijî aloziya li welat diqewime “Nobeda Aştiyê” da destpêkirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê li dijî şer û aloziya heyî her îna serê mehê li “Nobeda Aştiyê” bigire. ÎHD’a Rihayê li avahiya xwe “Nobeda Aştiyê” ya ewil girt. Li eywanê pankarta “Bila tecrîd bi dawî bibe”, “Em ji bo aştiyê di nobedê de ne” û “Ji bo aştiyê azadî, wekhevî û edalet” daliqandin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê serdana nobeda ÎHD’ê kirin. Civîna çapameniyê hat lidarxistin. Hevseroka ÎHD’a Rihayê Sumeyye Koç axivî û got: “Mafê aştiyê mafê mirovî ye. Em mafê aştiyê diparêzin. Pêdivî bi aştiyê heye. Çareserî bi muzakere û diyalogê dibe. Em her ji bo aştiyê têbikoşin”.