ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-03 09:00:30     * Serokê ÎHD'a Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên di dema Rewşa Awarte de li girtîgehan didomin û divê girtîgeh ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin.   * Di rapora otopsiyê ya girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî de ku gardiyanan bi lêdanê ew biribûn odeya muşahadeyê û paşê hatibû derpêşkirin ku xwe kuştiye. Di raporê de hat diyarkirin ku darvekirin ne bi awayê bûyerên giştî ye divê jêpirsîna edlî bê destpêkirin.    * Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayê îdarî pere yê ji ber beşdarbûna daxuyaniya çapemeniyê ya bi hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin hatiye birîn, binpêkirina "mafê civîn û xwepêşandanê" ye.    * Songul Bûlde, ewilî wekî karker li atolyeyên xalîçeçêkirinê xebitî, lê piştî demekê 3 atolye vekirin. Bûlde ku niha tevî 50 jinan karê xwe didomîne, bi tevnên li ser xalîçeyan xêz dike, dîroka bajêr dide nasîn.   * Komîsyona Ciwanan a ÎHD a Şaxa Stenbolê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan, dê dest bi xebatên çalakiyan û atolyeyan bike.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 544'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'a Amed û Êlihê dê çalakiyên heftane bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar bixin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza faîl bên dîtin di hefteya 909'emîn de dê çalakiya xwe bi awayek online li dar bixin. (12.00)    * Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê rêveberên ÎHD'ê û parêzvanên mafê mirovan dê wek her hefteyê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)