ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin 2022-09-03 10:24:01   MÊRDÎN - Hevserokê ÎHD’a Mêrdînê Feyzî Adsız destnîşan kir ku lêpirsînek bibandor a kuştina Adem Kara nehat meşandin û xwest erka polîsan a bikaranîna çekan were sînordarkirin.    Adem Kara (21) ê li bazara heywanan a taxa Işiklar a navçeya Mîdyada Mêrdînê de li gor îdiayê ji ber li gel hişyariya polîsan jî nesekinîye û polîsan gule lê barandine û Kara ji ber guleya ku ji patika serê xwe xwariye jiyana xwe ji dest da. Tevî 3 roj bi ser bûyerê re derbas bûn jî ne Walîtî ne jî qeymeqamtî derbarê kuştina Kara de tu daxuyanî nedan. Nehat hînbûn ku derbarê polîsê ku Kara kuştiye tiştek hatiye kirin an na.   Kuştina Kara heman bûyerên beriya niha qewimîne û bêceza hatine hiştin anî bîra mirovan. Ji sala 2002’yan heya niha li tevahiya welat 500 kesan zêdetirîn kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Gelek faîl di çarçoveya Kanûna Selahiyeta Peywira Polîsan (PVSK) an beraet kirin an jî bi cezayên sivik dîsa vegeriya ser karê xwe. Mazlûm Tûran ê 16 salî, Çetîn Kaya, Dîlek Dogan, Elî El Hemdan, Şahîn Oner, Kemal Kûrkût, Recep Hantaş û Nîhat Kazanhan ê 12 salî çend ji kesên ku bi guleyên polîsan hatine kuştin in.    DÊ SER BÛYERÊ BIGIRIN   Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê Feyzî Adsiz derbarê kuştina Kara de anî ziman ku kuştin nayê qebûlkirin.  Adsiz da zanîn ku ji ber ku heya niha tu daxuyanî ji aliyê walîtiyê û qeymeqamiyê ve nehatine dayîn ew bi guman in ku dê lêpirsîneke bibandor neyê meşandin.  Adsız anî ziman ku ew li benda daxuyaniya rayedaran in.    ‘DIVÊ RAYEYA BIKARANÎNA ÇEKAN WERE SÎNORDARKIRIN’   Adsiz destnîşan kir ku divê faîl demildest bê darizandin,  cezayên hewce ne lê werin birîn û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê divê ji bo pêşî li kuştinên bi vî rengî bigirin qanûnên hewce amade bikin. Adsiz anî ziman ku divê qanûna ku rayeya bikaranîna çekan a di PVSK’ê de divê were sînordarkirin û anî ziman ku qanûna heyî pêşî li kuştinên bi vî rengî vedike û dibe sedema binpêkirina peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî îmze kiriye.    MA / Ahmet Kanbal