Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin 2022-09-03 10:37:25 ENQERE - Girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar ê ku di asta 4’meîn de nexweşiya penceşêrê lê ketiye, duh bi şev hat berdan.  Girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar ê ku di asta 4’meîn de nexweşiya penceşêrê lê ketiye, duh bi şev ji Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T’yê hat berdan. Kaynar ê ji du hefteyan zêdetir e li Nxweşxaneya Yildirim Beyazit a Enqereyê dihat dermankirin.    Hat diyarkirin ku penceşêra kezebê li Kaynar ketiye û hat tespîkirin ku ev nexweşîn li organên dûrî kezebê jî belav bûye.    Kaynar li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit a Enqereyê di çavdêriya gardiyanan de tedawiyê wî hat kirin û pişt re wî sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Raporên nexweşxaneyê ku dan Kaynar şandin Saziya Tiba Edlî. Duh bi şev agahî dan keça wî ku biryara berdana bavê hatiye dayîn. Piştî karûbarên berdanê, Kaynar ji girtîgehê tehliye bû.