Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne 2022-09-03 12:05:06   WAN - Rojnamevanên li Wanê polîsan geva kuştinê li wan xwar diyar kirin ku tevî hemû astengî û gefan jî ew li ser karê xwe ne û dê her binivisînin.    Piştî mitînga HDP’ê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Wanê meşek hatibû lidarxistin. Rojnamevanan jî meş şopandin. Polîsên ku êrişî meşê kirin, gefa kuştinê li nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihanên JinNewsê Zelal Tunç û Elfazî Toral xwaribûn. Polîsek demançeya xwe ji ber xwe derxistbû û gotibû, ‘ez ê we bikujim.” Her wiha polîsan zirar da kamerayên rojnamevanan jî.    Tunç û Kûtlû yên bi gefa kuştinê re rûbirû man behsa tundiya li dijî xwe kirin û diyar kirin ku ew ê paşve gav neavêjin.    GEFA KUŞTINÊ    Zelal Tunç diyar kir ku wan meşa piştî mitîngê dişopand û got: “Polîsê tîşortê wî sor bû gav bi gav me dişopand û gef li me dixwar. Wî polîsê tîşort sor got, ‘ez ê te bikujim wê kes aqûbeta te jî nizanibe’. Girseyê û hevkara min Elfazî Toral bertek nîşanî gefa polîs dan û di vê kêliyê de destê xwe avêt demançeya xwe û berê wê da ser min.”    ‘ÊRIŞÊN POLÎSAN ZÊDE BÛNE’    Tunç anî ziman ku demek dirêje zext, êriş û gefên li ser rojnamevanan zêde bûne û wiha got: “Em tu sûcekî nakin. Karê me tenê ew e ku em xebata rojnamevaniyê bikin. Em rastiya gelê ku tê înkarkirin dinivisînin. Em ê wê heqîqeta ku dewlet naxwaze bibîne, derxin holê. Çi dibe bila bibe, em di vê oxirê de bimirin jî em ê binivisînin. Divê hemû raya giştî ji bo rojnamevanên kurd bihestiyar tevbigere.”    ‘EM LI SER KARÊ XWE NE’    Rojnamevan Bêrîvan Kûtlû jî destnîşan kir ku polîsê tîşortê wî sor gef li wê xwariye û gotiye, “ez ê berê te bidin kes te nabîne jî.” Kûtlû anî ziman ku gef û zextên polîsan ne roja mitîngê di kêliya meşê de pêk hatin berê jî dema Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan şopandine jî polîsan gef li wan xwariye û polîsan kêliyek nasnameya wan desteser kiriye û piştre wan ji ber Edliyeya Wanê dûr kirine. Kûtlû da zanîn ku tundiya li dijî rojnamevanan her roj zêdetir dibe û got: “Tevî hemû tundî û zextan jî em ê her heqîqetê û rastiyan binivisînin. Niha gelek hevalên me rojnamevan ji ber xebatên xwe girtî ne. Çimkî em bi her awayî binpêkirinên mafan ên ji aliyê dewletê ve pêk tên radixin ber çavan. Ji ber em tundiya polîsan dikin nûçe, tundiyê li me dikin. Li gel hemû êrişan jî em ê karê xwe her bidomînin û em li ser karê xwe ne.”