Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn 2022-09-03 16:32:01 ÊLİH – Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'a Êlihê li kujerên siyasetmedarên kurd Mehmet Sîncar, Habîp Kiliç û Metîn Ozdemîr pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê di çalakiya 544’emîn a “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin cem hev û daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên siyasetmedar Habîp Kiliç ê di 2’yê îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin û Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP'ê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’yan de hatibûn qetilkirin, hatin pirsîn.    'BI KEMÎNÊ HATIN QETILKIRIN’   Çîrokên  qetilkirina Sîncar, Kiliç û Ozdemîr rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî xwend. Elçî bal kişand ser pêdiviya dîtina kujerên wan û wiha axivî: “Kiliç di sala 1979’an de dest ji mamostetiyê berdide û tev li têkoşîna azadiyê dibe. Kiliç zewicîbû û bavê 6 zarokan bû. Di girtîgeha Amedê de mexdûreke hovitiyê bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, tev li xebatên legal ên partiya siyasî bû. Li Êlihê tevgera azadiyê di nava gel de dide heskirin. Birayê wî Hîkmet Kiliç bi masîvaniyê debara xwe dikir. 2’yê îlona 1993’an tevî birayê xwe dikevin kemînê. Habîp Kiliç di kemînê de tê qetilkirin û Hîkmet Kiliç jî bi giranî birîndar dibe. Wê demê birayê wî Rêveberê Navenda Giştî yê DEP’ê Nesîmî Kiliç jî ji bo ku tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe hatibû Êlihê. Lê belê wê demê destûr nedabûn ku tev li merasîma birayê xwê yê Hebîp bibe û wî nexistin nava Êlihê. Bi hinceta îfadeyên derew ên îtîrafkarên derbarê wî de doz hate vekirin û li Amedê hat binçavkirin.   JI BO LÊKOLÎNA BÛYERÊ HATIBÛ ÊLIHÊ   Elçî bibîr xist ku Mehmet Sîncar ji bo kuştina Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç ronî bike hatibû Êlihê û ew jî di 4’ê îlona 1993’an de li gel rêveberê partiyê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li navenda sûkê êrişa çekdarî li dijî wan hat kirin û jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em wek Şaxa Mafe Mirovan a Êlihê wekî her car careke din banga xwe nû dikin, tevahî wendakiriyan , yên di kuştinên faîlên wan nediyar  de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û dibêjin ku lêgerîna edalet û heqîqetê ya mafparêzên mafên mirovan dê qet neqede.”