Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin 2022-09-03 18:49:43   MÊRSÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê, binçavkirina Semra Guzel a HDP'î şermezar kir û diyar kir ku jin dê êrişên desthilatê pûç bikin.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê têkildarî binçavkirin û hedefgirtina parlamenter Semra Guzelê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Semra Guzel vîna me ye" hat vekirin. Girseyê tim dirûşmeyên "Semra Guzel rûmeta me ye" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Li ser navê girseyê endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê Hamdiye Kirici metna daxuyaniyê xwend.   'ÊRIŞA LI SER VÎNA JINÊ'   Kirici bibîr xist ku ev demek e desthilatê li dijî Guzelê kampanyayeke lîncê daye destpêkirin û ji ber wêneyekî parlementeriya wê hedef hatiye girtin û got, ji bo betalkirina parêzbendiya wê û fezlekeyên derbarê wê de liv û tevgerek çêbûye.   Kirici got: “Desthilat bi zindîkirina şer, dixwaze di plana xwe ya hilweşînê de ya ku li dijî partiya me û meclîsa jinan daye destpêkirin bigihê encamê. Ev êrişa li dijî hevrêua me Semrayê jî, israrkirina di neçareserkirian pirsgirêka kurd de ye. Nehesibandina êşa hevpar a gelê kurd û jinên kurd e. Bi awayekî bêhiqûqî binçavkirina wekîla me Semra Guzelê, êrişa li dijî vîna jinan û gelê Amedê ye."    Kirici ku got"Armanca van êrişan tepisandina têkoşîna bi rûmet a hêzên demokrasiyê ye" destnîşan kir ku jin dê van pûç bikin.   Daxuyanî piştî axaftinê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.