29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e 2022-09-04 09:00:53   MÊRDÎN - Cîhan Sancar, hevjîna Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar ku 29 sal berê hatibû qetilkirin û hê jî kujerên wî nehatine dîtin, got: "Hem êşa wî, hem jî serbilindiya wî mezin e. Dê di têkoşîna me de bijî. Em soz didin."   Di ser qetilkirina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar re 29 sal derbas bûn ku di 4'ê Îlona 1993'an de tevî rêvebirê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr bi êrişeke çekdarî re rû bi rû mabû. Piştî kuştinê li bajêr qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û wezîrên wê demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan îdia kiribûn ku kiryar di heman rojê de hatine zevtkirin. Serokwezîra wê demê Tansû Çîllerê jî derpêş kiribû ku kiryar hatine girtin û Midûrê Polîsanê Giştî Mehmet Agar jî bereksê wan gotibû: "Kar lewitandine. Em hinekî bêdeng bin." QEZAYA SÛSÛRLÛKÊ   Pêşî Tugayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) ragihandibû ku wan kiriye. Lê di 3'yê Mijdara 1996'an de di qezaya li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê de têkildarî bûyerê agahiyên nû derketibûn holê. Bi vê bûyerê re ku wekî "Qezaya Sûsûrlûkê" ket nav rûpelên dîroka Tirkiyeyê, cînayet û kiryarên derqanûnî yên bi bi destê dewletê, siyaseta wê û mafyayên girêdayî wê hatibûn kirin kifş bûbûn.    Di rapora "Qezaya Sûsûrlûkê" de ku ji aliyê Musteşarê Serokwezîrtiyê ya demê Kûtlû Savaş ve hatibû amadekirin, derbarê qetilkirina Sîncar de agahiyên girîng cih girtibûn. Di raporê de hatibû diyarkirin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji aliyê Mahmut Yildirimê bi bernavê "Yeşîl" û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatine qetilkirin. Çendî rapor radestî serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz hatibû kirin jî, ji damezrînerên JÎTEM'ê Mahmüt Yildirim nehat zevtkirin.   29 SAL IN NEHATIYE DÎTIN   Kesên navê wan di Rapora Sûsûrlûkê de derbas dibin nehatin darizandin. Tenê girtiyê ji Hîzbûllahê Cîhan Yildiz û Ejder Arpayê tu carî nehat dîtin, wekî berpirsê cinayetê hatibûn hesibandin. Di darizandina hatibû kirin de li Yildiz cezayê muebbedê hatibû birînm û dosyeya Arpa ji ya wî hatibû veqetandin. Derbarê kesên din de jî tu lêpirsîn nehatibû kirin. Her wiha daxwaza jinûve darizandina Cîhan Yildiz a ji aliyê parêzerê wî ve hatibû kirin, di sala 2019’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatibû qebûlkirin. AYM'ê bi hinceta "darizandina li dadgehên eskerî bûye cihê binpêkirinên mafan" û biryara tehliyeya Yildiz dabû.    SALEK MAYE    Danişîna ku di 2'yê Cotmeha 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê car didin dest pê kiribû, didome û salek maye ku dosye têkeve ber demboriyê. Danişîna bê dê di 12'ê Kanûnê de bê lidarxistin û daxwaza ji bo girtina bersûc Cîhan Yildiz jî nayê qebûlkirin.   ‘ÊŞA WÎ JÎ SERBILINDIYA WÎ JÎ MEZIN E'   Sîncar anî ziman ku Mehmet Sîncar her tim soza daye ku li cem gelê xwe be û ji bo vê jî têkoşiyaye û got: "Digot, 'Her roj mirov tên kuştin, gund tên şewitandin. Ma ez ê çawa wiha bisekinim. Ew li cem min bûn, divê ez jî li cem wan bim. Belkî ez nikaribim bi dewletê, lê ez li cem wan im, ez nûnerê wan im.' Karê xwe bi vî awayî kir. Wan jî bi vî awayî 'ceza' lê birî. Dewletê got, cezayê wan ne girtîgeh ne jî sirgûn, jiholêrakirin e û li Êlihê ew kuştin. Hem êşa wî, hem jî serbilindiya wî mezin e."   ‘DEMÎREL ÎHALE TEKLÎF DIKIR'   Sîncar da zanîn ku wê demê Suleyman Demîrel ji Mehmet Sîncar re gotiye ger dest şopandina şewitandina gundan berde dê îhaleyan bidin wî û hevjînê wê jî gotiye, "Ez ê li cem gelê xwe bim." Sincar anî ziman ku hevjînê wê ji ber vê nerieht bûye û gotiye, "Kesekî ku xwîna wî pênc qurîşan nake, radibe dibêje xwe bifiroşe."    Sîncar got: "Gava meclîs vebû, her kes rabûbû ser pêyan lê ew ranebûbû."    DEWLETÊ KIRYAR PARASTIN   Sîncar destnîşan kir ku dewletê heta niha erka xwe bi cih neaniye û got, lê ew bi xwe çi ji destê wan hatiye kirin. Sîncar anî ziman ku dewletê di sala 2004'an de bi Mehmet Agar û pêkhateyên din ên "dewleta kûr" re peymanek çêkiriye û kiryar parastine û kiryarên kurdan jî xwe spartina parastina "Me çi kiribe, me ji bo dewletê kiriye."    Sîncar destnîşan kir ku ji ber vê yekê guh li rayedarên berê nehatiye kirin û niha xetereya demboriyê heye li ber dosyeyên bi vî rengî.    ‘DÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎ'   Sîncar bilêv kir ku Mehmet Sîncar jî wekî Şêx Seîd û Seyît Riza bi awayekî fizîkî ji holê hatiye rakirin, lê tune nebûye û got: "Çawa ku bi hezaran lehengên kurdan nehatine jibîrkirin, Mehmet Sîncar jî nayê jibîrkirin. Gel jî bi vî awayî qebûl dike û em malbat jî. Lewma çi ji destê me bê em ê ji bo rûmeta xwe biparêzin. Em ê bêdeng nemînin. Em ê derdê xwe li her derê bibêjin. Bê guman em ê rojekê bigihêjin armanca xwe. Em ê biçin ser gorên kesên ku bedêl dane, bibêjin canê xwe belsebeb nedane, rihet rakevin. Em ê di 30'yemîn salevegera wî de tevî kesên hevrêtiya wî kirine behsa jiyana wî bikin. Bernameyeke me ya bi vî rengî jî  heye. Çawa evîndarê gelê xwe bû, çi bê bîra kê... Her kesî tiştek dîtiye miheqe. Projeyeke me ya bi vî rengî heye. Hem dikeve ber demboriyê hem jî 30 sal temam dibin. Lewma ji bo sala bê jî bernameya me diyar e. Em ê tevî hevrêyên wî û zarokên wî, wî tim bibîr bînin. Jixwe li ser wêneyê wî jî nivîsandine 'tu yê di têkoşîna me de bijî.' Soza me soz e."   MA / Ahmet Kanbal