Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine 2022-09-04 09:05:16 RIHA - Îsmet Tîmûrturkkan ê bi pençeşêrê ketiye diyar kir ku ji bo PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin, li Qibrisê bi tena serê xwe 23 hezar îmze kom kirine û ji bo piştgirtiya kampanyayê bang kir.  Îsmet Tîmûrturkkan (49) ê bi nexweşîna pençeşêrê ketiye û di sala 2006'an de ji ber zextên siyasî ji bêgavî ji navçeya Pirsûs a Rihayê koçî Qibrisê kiriye, ji 25'ê Gulana 2022'yan ve di çarçoveya kampanyaya bila PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin de îmzeyan kom dike. Tîmûrturkkan diyar kir ku komeke ji bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kampanyayê îmze ji wan xwestiye û piştî bê ew jî daxilî nava kampanyayê bûye. Tîmûrturkan got: "Îmze ji me xwestin, me jî da. Paşê bang li me kirin ku em bi hev re îmzeyan kom bikin. Me wê rojê bi wan re îmze kom kirin. Hevalê min jî got, wî bi tena serê xwe 29 rûpel îmze berhev kirine. Min jî di xebateke 4 saetan de ya bi hevalan re 32 rûpel îmze berhev kirin. Di her rûpelekê de 12 îmze hebûn. Bi vî awayî ez jî daxilî kampanyayê bûm."   23 HEZAR ÎMZE   Tîmûrturkkan anî ziman ku dema ewilî dest pê kirine 6 kes bûne, lê piştre jin û ciwan tevlî kampanyayê bûne û got, di meha ewil a kampanyayê de 21 hezar û 500 îmze berhev kirine. Tîmûrturkkan bilêv kir ku lê piştî ku bijîşkê wî jê re gotiye gere neçe ber tavê, ji bêgavî wek berê nexebitiye û got, lê heya niha wî 23 hezar îmze berhev kirine.   'OCALAN XWEDÎ BANDOREKE POZÎTÎF E'   Tîmûrturkkan destnîşan kir ku wan herî zêde îmze ji turîstan kom kiriye û got, herî zêde îmze ji karkerên jin ên bangladeşî, fîlîpînî, hindî û afxaniyan îmze berhev kirine. Tîmûrkturkkan diyar kir ku welatiyên endamê Partiya Komunîst a Nepalê yên li Nepalê û rûman jî gelekî piştgiriya kampanyayê kirine.    Tîmûrturkkan ku got "Dema em behsa rewşa kurdan dikin û polîtîkayên êrişkar ên li ser kurdan dikin, îmzeyê didin" wiha domand: "Gava behsa Ocalan û Kurdistanê tê kirin, helwesta wan a ji bo me hîn pozîtîftir e."   Tîmûrturkkan xwest ku hemû derdor piştgiriyê bidin kampanyayê û der barê girîngiya kampanyayê de ev tişt gotin: "Ger PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, dê tu wateya ragirtina Ocalan a di girtîgehê de jî nemîne. Hem di warê hiqûqî hem jî civakî de dê gelek tişt bên çareserkirin. Dê ji bo ragirtina girtiyên siyasî tu hincet nemînin. Hevalên me, hemû kurd divê ji dil û can îmzeyê bidin. Îro dema ne dema rûniştinê ye. Çavê bi sed hezaran mirovî li me ye."   MA / Ceylan Şahînlî