Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin 2022-09-04 12:27:40   RIHA - Malbata şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayik dê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê edaletê dixwazin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 545’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand.    Dayikê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bang li Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Walitiya Rihayê kir û ev peyam parve kir: “Havîneke din jî xelas, em naxwazin zivistanê li ber deriyê edliyeyê derbas bikin. Daxwaza me bi temamî qanûnî ye. Dayik dê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê edaletê dixwazin.”