‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’ 2022-09-04 16:08:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP’ê yên Riha, Agirî û Çanakkaleyê girtina parlamentera HDP’ê Semra Guzel bi daxuyaniyan şermezar kirin û gotin: “Semra Guzel vîna jinan e. Serê me bilind e. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel a birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema di 3’yê îlonê de birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê polîsan bi paş ve kelemçekirinê tundî lê kir û hewl da “serê wê bitewînin”. Lê Guzel a tevî van hewldanan jî serê xwe netewand, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgeha ku birinê hate girtin.   Girtin û hewldana serî tewandina Guzelê li çend bajaran bi daxuyaniyan hate şermezar kirin.    Di pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê de li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li Rihayê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên HDP’ê Ayse Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê ji avahiya HDP’a Rihayê heta cihê daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “HDP halktir, halk burada” meşiyan û pankarta “Semra Guzel wekîla gel, vîna jinan e” vekir.    ‘SERÊ ME BILIND E’   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku Semra Guzel serî netewand û got: “Tiştên qewimîn bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû hatin kirin. Semra Guzel vîna jinan e. Serê me bilind e. Ew yek ji jinên berxwedêr a vî gelî ye. Em ê heta dawiyê têkoşîna li dijî vê pergalê bidomînin.”   AGIRÎ   Li navçeya Bazîda Agiriyê jî li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Bazîdê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede parlamentera min” hate vekirin. Rêveberê HDP’ê Sûat Yîgît ê di çalakiyê de axivî wiha got: “Hûn ê li pêşberî berxwedana serê birûmet ê we hewl da bitewînin, winda bikin. Beriya sed salan we hewl da serê Şêx Seîd û Seyîd Riza bitewînin. Evqas sal in ev kevneşopiya îttîhatiyan berdewam dike. Me serokên ku lêdan, cenazeyên hatin teşhîrkirin, nûnerên polîtîk ên bi paş ve hatin kelemçekirin dîtin lê hêj kesekî ku serî tewandî nedîtî ye.”   ÇANAKKALE   Rêxistina HDP’a Çanakkaleyê jî bi civîneke çapemeniyê bertek nîşanî girtina Guzelê da. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gonul Baklaci, bi lêv kir ku girtina Semra Guzel senaryoyeke. Baklaci, bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû dan û wiha got: “Em dizanin ku hikûmet dixwaze têkoşîna me ya mafdar dirêj bike û tirsê li ser civaka Tirkiyeyê serdest bike. Lê bila neyê jibîrkirin ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê wê di rû û çavên tu kesî ji me de tirsê nebine. Mîna demên bihurî, gelê Kurd wê îro jî û siberojê jî ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî bi paş ve neavêje. Me li hemberî zilma we serî netewand û em ê serî netewînin. Em ê heta dawiyê îradeya xwe biparêzin.”