Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin 2022-09-04 18:23:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku hat girtin peyam şand û got: “Biryar siyasî ye û bêhiqûqî ye. Lê belê bawer bikin em ê bi ser bikevin.”    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel parêzbendiya wê hat rakirin û di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve hat birêvebirin di 3’yê îlonê de li Stenbolê hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Guzel bi rêya parêzerên xwe peyam şand.   Peyama Guzel wiha ye:    Silav ji her kesî re, berî her tiştî divê ez bibêjim ku ez pir baş im çimkî ez mafdar im û em mafdar in. Me hemûyan pêvajo ji nêz ve dişopand, ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye. Ev biryara derbarê min de siyasî ye. Lê bawer bikin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, dê jin bi ser bikevin, dê gel bi ser bikevin. Ez ji we hemûyan hez dikim û bi rêzdarî we silav dikim…”