ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-05 09:00:01     * Tevî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş 20 rojnamevan li ser daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatin fîşkirin. Belgeya bi îbareya veşarî di dosyeya doza Muftuoglû ku jê tê darizandin de derket holê.    * Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî girtina Semra Guzel dan û gotin: “Semra Guzel nîşan da ku gelê kurd û jin wê serê xwe netewînin."   * Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk hewldana serî tewandina Parlamentera HDP’ê Semra Guzel axivî û got: “Em bi ferasetek ku riziyaye, dijhiqûqî û dijmirovî re rûbirû ne. Divê em li dijî vê ferasetê têkoşîna hevpar bikin.”    * Li navçeya Pîranê ji sala 2012’an heta niha lêgerîna madenê berdewam dike. Ji ber lêgerîna madenê gelek cih hatine kolandin û teqandin. Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber wêrankirina xwezaye bi gilî û gazin in.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 546’emîn de berdewam dike.    * Danişîna Doza Kobanê ya 16’emîn wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, KCD, DBP, TJA û HDP dê derbarê meşa ku wê di 27'ê Îlonê de li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin de li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat daxuyaniyê bidin. (12.00) ZINDÎ   * Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Amedê bi minasebeta 48’emîn salvegera erdheja Licê ku di 6’ê îlona 1975’an de pêk hat dê li avahiya odeyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Rojnamevanên ku di mitînga 1’ê Îlonê ya Wanê de polîsekî gefa kuştinê li wan xwarin, piştî ku li Şaxa ÎHD’a wanê daxuyanî dan wê giliyê berpirsyaran bikin. (15.00)   * Têkildarî girtina parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel wê li Îzmîr û Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (18.00)