‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’ 2022-09-05 09:01:15   STENBOL - Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî girtina Semra Guzel dan û gotin: “Semra Guzel nîşan da ku gelê kurd û jin wê serê xwe netewînin."   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji aliyê îktidarê ve hedef hat nîşandan û ji ber du fezlekeyên derbarê wê de parêzbendiya wê hat rakirin û derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Guzel di 2’yê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan li ber kamereyan xwest serê Guzel bitewînin lê wê nehişt serê wê bê tewandin û serbilindahiya xwe nîşan da. Her wiha destên Guzel jî ji paş ve hatibûn kelemçekirin. Tevî zordestiya polîsan jî Guzel serê xwe li ber wan netewand û di 3’yê îlonê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî sepanên li Guzel hatin kirin û girtina wê de dan.    ‘AKP POLÎTÎKAYA XWE DA NÎŞANDAN’   Berdevka Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu diyar kir ku Semra Guzel parlementera ku bi dengê gelê kurd hatiye hilbijartinê û got: “Rakirina parêzbendiya wekîlên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, mijareke wisa ye ku tenê bi vîna gel dikarin parêzbendiya wê bê rakirin. Ji ber vê yekê tevgera faşîst a AKP'ê di şexsê Guzel de ne tenê li dijî netewa kurd, li dijî tevgera jinên kurd jî polîtîkaya xwe nîşan da."   Çîçek Otlu   ‘NÎŞAN DA KU SERÎ NAYÊ TEWANDIN’    Otlu anî ziman ku tişta li Guzel hatiye kirin li dijî têkoşîna jinên kurd û gelê kurd "polîtîkaya serî tewandinê" ye. Otlu diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan re girtina dixwazin gelê kurd teslîm bigirin û wiha got: “Di şexsê Semra Guzel de jî ev hatin dîtin. Polîtîkayên AKP'ê yên serdestiya mêr, polîtîkayên zayendperest in. Jinên kurd, tevgera jinê û neteweya kurd nîşan dan ku serî natewînin. AKP polîtîkaya biçûkxistinê dike. Teqez wê gelê kurd û jinên kurd li dijî van kirinan serî netewînin û teslîm nebin. Wê gelê kurd û dostên xwe wê têkoşîna xwe her berdewam bikin. Dibe ku destê Guzel hatibe kelemçekirin, lê nikarin têkoşîna azadiya gelê kurd û vîna gelê kurd kelemçe bikin. Em ê li dijî vê têbikoşin.”   ‘BI SERÎ TEWANDINÊ XWESTIN ÇAVÊ HER KESÎ BITIRSÎNIN’    Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî destnîşan kir ku îktidar dixwaze li dijî HDP’ê sepanên tayînkirina qeyûman, rakirina parêzbendiya parlamenteran polîtîkayên pir alî yên şer bide meşandin. Koca diyar kir ku girtina Guzel di hemena demê de desteserkirina îradeya gel e û her wiha dijminatiya li dijî jinan e. Koca anî ziman ku îktidar dixwaze ser sûcê xwe bigire û bi serî tewandina jinên kurd çavê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê û hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê bide tirsandin. Koca got ew ê hemû polîtîkayên dijminatiyê yên îktidarê bi têkoşîna hevpar biqewirînin.    Perîhan Koca   ‘SERÎ NETEWANDIN Û WÊ NETEWÎNIN’    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Jinû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Cansel Aslan tiştên ku li Guzel hatine kirin weke pêkanînên dijmirovahî nirxand û got: “Semra Guzel vîna gel e. Tundiya li ser wê ji bo jinan, parêzvanên aştî û azadiyê xetere ye. Ne jin û ne jî parêzvanên aştî û azadiyê wê li dijî zilm û bêhiqûqiya dewletê serî netewandin û wê netewînin. Ev lêpirsîn û biryara bi lezûbez bêhêzbûna îktidarê ye. Ev îspata wê yekê ye ku îktidar welat dikişîne nava alozî û qeyranan. Niha dema têkoşîn û bilindkirina dengê xwe ye. Divê her kesên ked, azadî û aştiyê diparêzin û nemaze di serî de jin dengê xwe bilind bikin û li dijî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan bidin.”