Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e 2022-09-05 09:01:48   MÊRDÎN - Siyasetmedar kurd Ahmet Turk hewldana serî tewandina Parlamentera HDP’ê Semra Guzel axivî û got: “Em bi ferasetek ku riziyaye, dijhiqûqî û dijmirovî re rûbirû ne. Divê em li dijî vê ferasetê têkoşîna hevpar bikin.”    Parêzbendiya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hatibû rakirin û bi îdiaya “endama rêxistinê” ye hat girtin. Polîsan dema Guzel dibirin kontrola tenduristiyê û birin edliyê xwestin serê wê bitewînin lê ew li ber vê rabû û nehişt serê wê bê tewandin. Sazî, dezgehên siyaseta kurd û rêxistinên mafê mirovan û siyasetmedarên kurd nerazîbûn nîşanî muameleya xerab ku li dijî Guzel pêk hat didin.  ‘HAT DÎTIN KU BÊHIQÛQÎ HEYE’    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bertek nîşanî girtina Guzel û dîmenên hewldana serî tewandina wê da. Turk anî ziman ku ew bi zelalî dibînin ku li Tirkiyeyê qanûn û hiqûq nemaye û wiha got: “Semra hevala me ye ku di derbarê bûyerê de parêzbendiya wê hatiye rakirin lê wezîfeya wê ya parlamenteriyê hê jî didome. Yanî hê jî wekîltiya wê heye. Lê belê binçavkirin, girtina wê, îşkence û heqaretên li wê hatin kirin bi awayekî zelal nîşan dide ku rêveberiya Tirkiyeyê çiqasî bêhiqûqî, bêedaletî û tundî heye û her wiha ev tişt nîşan didin ku divê demildest pirsgirêk bên çareserkirin.”    ‘NÎŞANEYA DIJMINATIYA KURDAN E’    Turk destnîşan kir ku gel li dijî vê muameleyê bi hêrs e û nerazî ye û got: "Bi rastî jî hewldana serî tewandina Semra Guzel ew e ku wê ‘sûcdar’ nîşan bidin. Xwestin pê gavan paşve bidin avêtin û wê bixin nava poşmantiyê. Her wiha dîmenên ku teslîmî dewletê bûye dan nîşandan. Ev bûyerek meriv aciz dike û cihê şermezariyê ye. Niha dewlet û îktidar eşkere dijminatiya li kurdan dike. Ev pir eşkere nîşan dide ku cihê mirovek ku hê jî li parlamentoyê heye û mirovek li parlamentoyê helwestek bêhiqûqî û bêdalet heye.”    ‘FERASETEK RIZIYAYÎ LI HEMBERÎ ME YE’    Turk anî ziman ku êdî hatiye wê astê ku di behskirina bêhiqûqî û bêedaletiyê ya li Tirkiyeyê de zemetiyan dikişînin û wiha got: “Bi gotineke din, em bi feraseteke bi temamî riziyaye, bi tevahî dijhiqûqê û dijmirovî re rûbirû mane. Helbet em di hişmendiya wê yekê de ne her cure hewldanên li dijî hilweşandina vê ferasete heye û ez wisa difikirim ku divê em li dijî vê ferasetê di nava têkoşînek hevpar de bin.”