Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê 2022-09-05 10:32:04   AMED - Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku tevî nexweşiyên giran nayê berdan roja înê ji ber aciz bûye rakirine nexweşxaneyê.    Mehmet Emîn Ozkan ku di nav 38 girtiyên nexweş ên divê bên berdan de ye, tevî nexweşiyên, guatr, nexweşiya hestiyan, tansiyon, guatr a bijehr pê re heye, çavên wî baş nabînin, guhên wî giran bûne, hişê wî diçe û 10 nexweşiyên din pê re hene, di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê ragirtin. Malbata Ozkan diyar kir ku Ozkan ji ber di 2’ye îlonê de aciz bûye rakirinê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, dû rojan di beşa lênêrîna awarte de maye û niha jî di servîsa normal de tê dermankirin. Malbata wî bi lêv kir ku dema rakirin nexweşxaneyê destûra dîtinê nedanê û da zanîn ku dibe îro hev bibînin.     5 CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIR   Mehmet Emîn Ozkan ku ji ber îfadeya du îtirafkaran bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, 27 sal in girtiye. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê bi dehan nexweşiyên wî hene. Ozkan ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Tevî ku rapora Ozkan a ‘nikarê di girtîgehe de bimîne’ heye jî Ozkan ji ber rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' naye berdan.