Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket 2022-09-05 10:56:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ku piştî li Zapê 2 helîkopter hatin xistin daxuyanî da, îdia kir ku helîkoptereke wan a Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ketiye.    Êrişên ku Tirkiyeyê bi piştevaniya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin û şer û pevçûn dijwartir dibe. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi nûçeyên duh û pêr servîskirin, ragihand ku li herêma Zapê di 2’yê Îlonê û 3’yê Îlonê de cuda cuda 2 helîkopterên Skorsky hatine xistin.    DAXUYANIYA ‘PIRSGIRÊKÊN TEKNÎKÎ’   Têkildarî mijarê Wezareta Parastina Tirk daxuyanî da. Wezaretê îdia kir ku li herêma “Tevgera Pençe-Kîlîtê” helîkoptereke wan a Skorsky ji ber “pirsgirêkên teknîkî” ketiye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 4’ê îlona 2022’an de saet li dora 23.45’an helîkoptereke bi tîpa Skorsky ji ber sedemên teknîkî neçar ma li herêma Tevgera Pençe-Kîlît bi dijwarî dakeve û qeza kir. Ji 8 personelên di helîkopterê de 7 jê hatin rizgarkirin. Rewşa wan a tenduristiyê baş e. Ji bo personelekî me jî li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”   ÎDIAYÊN BERÊ ANÎN BÎRA MIROV   Di 13’ê Gulana 2016’an de li Colemêrgê helîkoptereke Kobra hatibû xistin û 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dabûn. Serpiriştiya giştî ya leşkeri têkildarî wê bûyerê gotibû ku ‘ji ber pirsgirêkên teknîkî helikopter ket’. Lê piştî dîmen hatin weşandin derketibû holê ku PKK’ê helikopter xistiye. Piştî weşandina dîmenan 6 rojan Serpiriştiya giştî ya leşkerî daxuyaniyeke din dabû û qebûl kiribû ku helîkopter ketiye.